Dewleta Tirk a dagirker rojhilatê Eyn Îsayê bombe dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojhilatê Eyn Îsayê bombe dike.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên spedeyê ve li ser Eyn Îsayê didome.

Li gorî saloxên ji xwecih hatine standin dewleta Tirk û çeteyên wê rojhilatê Eyn Îsa yê li nêzî Reqayê bi çekên giran bombe dike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji spedeyê ve bi koordîneya balafirên keşfê yên li ser herêmê û balafirên şer herêmê bome dike û hewl dide ku dagir bike. Şervanên QSD'ê bi rengekî tund bersiv dide êrîşan.