Omer: Rûsya dixwaze Eyn Îsa radestî hikumeta Şamê bê kirin

Hevseroka MSD'ê Emîne Omer got, "Rûsya zextê li QSD'ê dike ji bo Eyn Îsa radestî hikumeta Şamê bike."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê zêde dikin. Dewleta Tirk di dema êrişê de balafirên şer û balafirên keşfê bi kar tînin.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîn Omer ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê herêmên nû dagir bike. Emîne Omer got, "Dixwaze ku ewlehiya herêmê ji holê rake û rêya bejahî ya M4 a stratejîk û pêwendiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji hev bê qutkirin."

'RÛSYA BI BERPIRSYARÎ TEVNAGERE'

Omer diyar kir ku Rûsya ji êrişên li ser Eyn Îsayê berpirsyar e û got, "Rûsya xwedî wê berpirsyariyê ye ku Eyn Îsayê ji êrişên dewleta Tirk biparêze."

Hevseroka MSD'ê ragihand ku Rûsya bi berpirsyarî tevnagere, pêşî li êrişên dewleta Tirk nagire û got, "Rûsya zextê li QSD'ê dike ji bo bajêr radestî hikumeta Şamê bike."