Li Mêrdînê 2 kes hatin girtin
Mehmet Şîmdî û dotmama wî Medîne Şîmdî yên ku bûn sembola çalakiyên li dijî desteserkirina vînê, bi hinceta tevlî çalakiyan bûne hatin girtin.
Mehmet Şîmdî û dotmama wî Medîne Şîmdî yên ku bûn sembola çalakiyên li dijî desteserkirina vînê, bi hinceta tevlî çalakiyan bûne hatin girtin.
Li navçeyên Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê 11 kesên ku 26’ê Mijdarê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, karûbarên wan ên li emniyetê temam bûn. Ji binçavkiriyan yek jê zarok 5 kes piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan, 6 kes jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Biryara nepenîtiyê danîn ser dosyayê. Mehmet Şîmdî (40) û Medîne Şîmdî (20) jî di nav de 6 kesên ku sewqî Edliyeyê hatin kirin, piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê û 4 kes bi daxwaza kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Mêrdînê hatin kirin.
4 kesên ku sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin hatin berdan. Mehmet Şîmdî û Medîne Şîmdî yên ku di çalakiyan de li pêşiyê bûn bi hinceta “Her çiqasî ne endamên rêxistinê ne jî li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin girtin û wan şandin girtîgehê.