Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin protestokirin

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê daketin qadan û çalakiyên protestoyî lidar xistin.

QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li ser navçeya Eyn Îsayê, şêniyên kantona Qamişloyê meşeke girseyî lidar xist.

Meclîsên naveçyên Tirbespiyê, Til Birak û bajarê Qamişloyê ji bo redkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser navçeya Eyn Îsayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşek orgenîze kir.

Li bajarê Qamişloyê bi sedan şêniyên bajêr û endamên saziyên sivîl li Kolana Mûnîr Hebîb ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê kom bûn û pankartên “Destekê bidin zarokên Eyn Îsayê”, “Ka wijdanê mirovahiyê” û “Faşîzma Tirkan li ser ewlehiya cîhanê gef e, em bi hev re li dijî terorê bisekinin” rakirin.

Meşvan ber bi avahiya Komîseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve meşiyan. Meşvanan alên Kongreya Star, PYD û wêneyên zarokên qurbaniyên komkujiyên dewleta Tirk a dagirker hildan.

Meşvan li pêşiya avahiya NY`yê ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê rawestiyan û deqeyekê rêz girt. Piştre bi navê Meclîsa Qamişloyê endama meclisê Şemsêxan Gilo axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi sedan salan e êrîşî jin û zarokên herêmê dike û heta roja îro binpêkirinên xwe li dijî şêniyên herêmê dewam dike û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û hin herêm dagir kirin. Îro jî êrîşî navçeya Eyn Îsayê dike.”

Şemsêxan tekez kir ku ew qebûl nakin ku dewleta Tirk navçeya Eyn Îsayê jî dagir bike û şêniyên wê bide koçberkirin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê jî, xwepêşandêr li pêşiya navenda Kongreya Star kom bûn û ber bi sûka navendî ve meşiyan. Meşvanan dirûşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk berz kirin û pankertên “Na ji dagirkeriya Tirk re” rakirin.

Xwepêşandan li pêşiya navenda Meclîsa Tirbespiyê veguherî mîtîngê û li wir cîgirê hevserokatiya meclîsa navçeyê Mihemed Ferhan axivî û destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî li hemberî êrîşên li ser naçveya Eyn Îsa, berdewama komployên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Ferhan bang li civaka navneteweyî, NY û rêxisitnên mirovî kir ku destwerdanê bikin û sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re deynin.

Mîtînge bi dirûşmên silavkirina berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya şêniyên Eyn Îsayê, bi dawî bû.

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birakê jî meşê ji pêşiya Çerxerêya Firinê destpê kir û ber bi Çerxerêya Şehîdan ve dewam kir. Şêniyên navçeya Til Birakê û gundên girêdayî wê beşdarî meşê bûn.

Meşvanan pankartên “Em êrişên dagirkeriya Tirk li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar dikin”, “Em dagirkeriyê têk bibin û nirxên şoreşa xwe biparêzin”, “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jinan û jiyanê biparêzin” rakirin.

Hevserokê Meclîsa Til Birakê Ebdulselam El-Hesanî axivî û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê û bêndengiya aliyên navneteweyî şermezar kirin.

REQA

Endamên meclîsên herêmî, Meclîsa Sivîl a Reqayê, Şaredariya Gel a Reqayê û rûspiyên herêmê tevlî meşê bûn.

Şênî li Parka Şehîd Hevrîn Xelef a li bakurê Pira Kevn a Reqayê kom bûn û wêneyên şehîdan, pankartên şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk û sûcên çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hildan û bêdengiya Rûsya û Amerîkayê li hemberî topbarana domdar a li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kir.

Piştî meşê mîtîngek li dar ket û di mîtîngê de bi navê Meclîsa Sivîl a Reqayê endamê Desteya Hevserokatiyê ya meclîsê Ehmed El-Xelîl, bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê cîgira serokatiyê şaxê partiyê yê Reqayê Zelîxa Ebdî û bi navê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê ji fermandarên wê Cemal El-Îsa axivîn.

Axaftvanan destnîşan kir ku Rûsya ku garantor e. ji destpêka êrîşên li dijî Eyn Îsayê ve bê deng maye, berpirsa topbarana hovane ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.

Axaftvanan berxwedana şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li navçeya Eyn Îsayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir.

Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hate kirin ku bi lez mudaxele bikin û êrişên li dijî şêniyan rawestînin.