ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rûsya û Baas temaşayî Tirkiyê dikin
Dewleta Tirk ev pêlek e êrîşên xwe yên li ser herêma Eyn Îsa zêde kirine. Eşîrên li herêmê gotin Rûsya û rejîma Şamê êrîşkariya Tirk temaş dikin û li dijî vê helwest nîşan dan. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ji bo piştgiriya Şengalê
Peymana li ser Şengalê ya ku di navbera hikumeta Iraqê û PDK’e de hatibû çêkirin, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. -
Dagirker li Serêkaniyê dîrokê talan dikin
SOHR’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker Girê Til Xelef dikole û berhemên dîrokî didize. -
Artêşa Tirk gelek sivîl revandin
Artêşa Tirk û çeteyên wê li gundên Basûfan û Kibêşînê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê gelek sivîl revandin. -
Hêzên Rizgariya Efrînê: 3 leşker û çeteyek hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di 3 û 4’ê Kanûnê de di çalakiyên hêzên wan de 3 leşker û çeteyek hatine kuştin, 4 leşker û 4 çete jî birîndar bûne. -
Dagirker bakurê Eyn Îsa û gundên wê bombe dike
Artêşa Tirk û çeteyên wê navenda navçeya Eyn Îsa û derdora wê bombe dike. -
Navenda Eyn Îsayê tê bomberdûmankirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Eyn Îsayê bomberdûman dikin. -
‘Dewleta Tirk bi êrîşkirina ser Eyn Îsayê re dixwaze dagirkeriyê kûrtir bikin'
Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Bi taybet hema bêje her roj Girê Spî û Eyn Îsa tên bombekirin. Li gorî şervanên QSD’ê dewleta Tirk dixwaze dagirkeriyê kûrtir bike. -
Girê Spî û Eyn Îsa hate bomberdûmankirin
Dewleta Tirk gelek gundên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê bomberdûman kir. -
KON-MED ji bo meşa ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
KON-MED a ji bo meşa ku wê Şemiyê li Stûttgartê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê, bang kir got: “Azadiya Ocalan wê ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn xwedî roleke diyarker be.” -
Kobanê: Em ê li ber êrîşên li Eyn Îsa bêdeng nemînin
Ji Fermandarên YPJ’ê Barîn Kobanê ya ku nerazîbûn li hember êrîşên li ser Eyn Îsayê da got: “Em YPJ li ber êrîşên tên kirin, bê bersiv nemînin.” -
Ebdî: Di 2021’an de wê derfetên çareseriya demokratîk bi pêş bikeve
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji Ronahî Tvyê re axivî û diyar kir dibe ku di sala 2021’an de piçekî be jî derfetên çareseriya siyasî bi pêş bikeve û bal kişand ser êrîşên Tirkan. -
Dewleta Tirk li Efrînê 7 hezar darên zeytûnê birîn
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê di nava mehekê de 7 hezar darên zeytûnê birîn. -
Li Efrînê HRE’yê derbek mezin li dagirkeran da
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li herêma Efrînê li dijî dagirkeran operasyoneke mezin pêk anî. -
Êrîşên li ser Şehba û Efrînê zêdetir bûne
Dewleta Tirk û çeteyên wê di meha Mijdarê de bi her cûre çekên giran êrîş birin ser Şehba û Efrînê. -
Di nava 10 rojan de bi kêmanî 28 sivîl li Efrînê hatin revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê ragihand ku li Efrînê di 10 rojên borî de 11 jê jin bi giştî 28 kes hatine ji aliyê çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve hatine revandin. -
Li Zirganê ji ber mayîna Tirkiyeyê 2 kes birîndar bûn
Li herêma Zirganê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mayieneke dewleta Tirk teqiya û du ciwan birîndar bûn. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 3 sivîlên din revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 kesên li gundê Bedîna ya naveya Reco ya Efrînê revandin ji malbatan daxwaz kirin ji bo berdanê divê pere bidin. -
Foza Yûsif: ENKS bi daxwazên nikarin werin qebûlkirin, tê
Endama Konseya Hevseroktiya PYD'ê Foza Yûsif got hevdîtinên ji bo yekrêziyê yên li Rojava xitimîne, ENKS bi kujerên Kurdan re wêneyan digire, ''xetên sor binpê dike'' û ''şertên ku nikarin bên qebûlkirin ferz dike.'' -
Dagirkeran Minbic û Eyn Îsa bombe kirin
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Minbic û Eyn Îsayê kirin. -
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî 7 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê avêtin ser bajarok û gundên kantona Girê Spî û 7 kes revandin. -
HRE'yê li Şêrawayê li dagirkeran da: 5 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê li gundê Basûtê yê n avçeya Şêrawa ya Efrînê li dagirkeran dan. Di çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û 4 wesayitên çeteyan hatin rûxandin. -
Dewleta Tirk li Idlibê navendek nû ava dike
Dewleta Tirk li herêma Kensafra ya Idlibê dest bi avakirina baregehek nû kiriye. -
Welatiyên Qamişlo ji bo Şengalê meşiyan
Xelkê Tirbespiyê û Girkê Legê yên girêdayî Qamişloyê li dijî ‘Peymana Şengalê’ meşiyan. -
Dagirkeran gundên Şerayê dan ber topan
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundên Meranaz û Alqemiyê yên navçeya Şera ya Efrînê dan ber topan.