Êrîşên qirkirinê li Stenbolê hate protestokirin
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên li Stenbolê êrîşên qirkirinê protesto kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna wan a li dijî zextan wê bi biryardarî bidome.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên li Stenbolê êrîşên qirkirinê protesto kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna wan a li dijî zextan wê bi biryardarî bidome.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê binçavkirina rojnamevan, nivîskar, parêzvanên mirovan û welatiyan bi daxuyaniyeke protesto kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Koyuncu, Hevserokê DEM Partî yê Stenbolê Murat Bakmaz, Cigirê Serokê CHP’ê ya Stenbolê Alî Ekber Comert û nûnerên gelek partiyên siyasî, sazî û dezgehan beşdarî daxuyaniya li pêşiya Navenda Kirîn û Firotinê ya Şîşlî Cevahîr bûn.
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Koyuncu anî ziman ku operasyon ne rasthatin in û wiha got: “Hevalên me yên ku li qada kedê li gel karker û kedkaran têdikoşin, binçav kirin. Di van rojan de hevdîtinên budçeyê tên kirin. Ji sedî 25’ê mûçeya kêmane tê ferzkirin. Eger edalet û aştî were vî welatî wê bi têkoşîna hevpar a têkoşîna kedkar û karkeran û têkoşîna azadiya ya gelê Kurd were. AKP-MHP’ê ji vê ditirse. Em ê têkoşîna xwe heta dawî bidomînin.”
Metna çapemeniyê ji aliyê Rêveberê Sendîkaya Kedkarên Giştî (KESK) Eren Ertîn ve hate xwendin. Etkîn diyar kir ku li Tirkiyeyê mafên bingehîn, azadî û mafên sendîkayan nayên dîtin û wiha got: “Zextên ku kesên li dijî pergala ku xizanî, bêedaletî, bêhiqûqî serwer e derdikevin, hedef digire bi binçavkirinan dewam dike.”
‘ZEXTÊ LI RAYA GIŞTÎ DIKIN’
Eren Ertîn bi bîr xist ku biryara nepeniyê danîne ser dosyayê û wiha got: “Tenê tîştek heye ku sedema van operasyonên ku ewqas kes hatin binçavkirin nîşan dide. Desthilatdariya heyî dixwaze di şexsê kesên ku xwedî li azadî û mafên xwe yên sendîkayî û daxwazên ked, aştî û demokrasiyê derdikevin de zextê li raya giştî bike.”
Eren Ertîn bang kir ku demildest kesên hatine binçavkirin bên berdan û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî zextan wê bi biryardarî bidomînin.