​​​​​​​Cenazeyê Şehîd Tolhildan bi merasîmeke girseyî spartin axê

Bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmekî bi heybet cenazeyê şehîd Hemze Tolhildan li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê spartin axê.

Bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyan cenazeye şêwirmendê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê û endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hemze Tolhildan (Dawûd Hec Elî) ku dema erka xwe li Dêra Zorê bi cih dianî şehîd bûbû, spart axê.

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevseorkatiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Cizîrê, şêwirmenda Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, şêx û rûspiyên eşîrên herêmê, nûnerên deste, saziyên sivîl û partiyên sivîl û bi dehan fermandariyên Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG û YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, beşdarî merasimê bûn.

Girseya gel cenazeye şehîd Hemze Tolhildan ku bi alên Partiya Sûriya Pêşerojê û gulan hatibû xemilandin ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana şehîd Dijwar a bajarê Hesekê ve bi rê ketin. Beşdaran dirûşmên silavkirina têkoşîna şehîd Hemze berz kirin.

Li goristanê, merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê şervanên QSD, YPG, YPJ`ê destpê kir

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed sersaxî ji malbat şehîd re xwest û behsa têkoşîna şehîd Hemze Tolhildan kir, her wiha soza şopandina rêya hemû şehîdan heta pêkanîna armancên ku ji bo wan şehîd bûn, nû kir.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan jî destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira pêkanîna biratiya gelan de, bi hezaran şehîd dan. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku gefên Erdogan ên li ewlehiya Sûriyê û cîhanê, rawestînin û li kêleka welatiyên Sûriyê bisekinin.

El-Qeftan bang li hikumeta Şamê, Rûsya û Amerîkayê kir ku di çareserkirina aloziya Sûriyê de cidî bin û wiha dewam kir: “Divê em  ji bo yekitiya xaka xwe li gorî rêgezên biratiya gelan hewl bidin û em yekdest bin.”

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Xesan Yusif destnîşan kir ku şehîd Hemze Tolhildan nûnertiya tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê dikir, hezkiriyê aştiyê bû û banga pêkanîna ewlehiyê bi rêya belavkirina çanda biratiya gelan li Sûriyê dikir.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî diyar kir ku şehîd Hemze Tolhildan, li tevahiya qadan cih digirt, banga azadiyê dikir û hewl dida gelê xwe bi rêxistin bike û wiha domand: “Bi armanca bilindkirina ala azadiyê û pêkanîna armancên şehîdan, erkên xwe pêk dianîn. Bi tirs û dudilî li herêmên herî xeter cih digirt.“

Keça meta şehîd Xelat Feysel nasnameya şehîd Hemze Tolhildan xwend û radestî malbata wî kir.

Di merasîmê de dayika şehîd Hemze tolhildan Necah Dawûd axivî û got: “Hemze li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan şehîd ket. Mîna tevahiya dayikên şehîdan, dixwazin welatek azad ava bibe. Welatek ku bi saya şehîdan û lehengan ava bibe.”

Piştre cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.