ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dagirker gundê Mişêrfê ya Eyn Îsa topbaran dikin
Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê gundê Mişêrfê yê rojhilatê Eyn Îsayê topbaran dikin. -
Şêniyên Efrînê: Divê em êşa xwe veguherînin tolhildana ji dagirkeran
"Me li pey xwe tim li Efrînê dinêrî; mij û dûman bi ser Efrînê diketin. Li gel wê agir bi dil û kezeba me jî dike. Ji bo em bajarê xwe ji çeteyan bigirin divê em bi hêz bin û êşa xwe veguherînin tolhildana ji dagirkeran." -
Îdîaya 'Êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî Sûriyeyê'
Hate ragihandin ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê piştî êrişeke ji Îsraîlê hate kirin, ketiye nava liv û tevgerê. -
Li Reqayê dewleta Tirk hate protestokirin
Li Reqayê bi çalakiyeke ku ji aliyê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ve hatî organîzekirin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin û peyama “Em li gel QSD’ê ne” dan. -
Greva birçîbûnê ya li Kobanê li dijî tecrîdê di roja 4’an de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan hatibû destpêkirin di roja 4’an de didome. -
Gelê Dêra Zorê dewleta Tirk protesto kir
Êrîşên dewleta Tirk a faşîst ku li ser Eyn Îsayê dike, li Dêra Zorê bi meşekê hate protestokirin. -
Dewleta Tirk bombeyan li baregeha Rûsyayê dibarîne, Rûs bêdeng in!
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li derdora baregeha Rûs a li Til Temirê dibarîne. Yekîneyên leşkerî yên Rûs bi ti awayî bersivê nadin. -
Li Serêkaniyê teqîn: Gelek çete mirin
Li Serêkaniyê, teqîneke mezin rû da. Li gorî agahiyan gelek çete di encama teqînê de mirine, gelek jî birîndar bûne. -
Dewleta Tirk êriş bir ser navenda elektrîkê ya Til Temirê
Dewleta Tirk a dagirker li Til Temirê êriş bir ser navenda elektrîkê û xisar lê kir. -
Dagirkeran bombe li gundên Til Temirê û baregeha Rûs barandin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên El Feqa û Dildara yên Til Temirê û baregeha Rûs barandin. -
Rûsya dixwaze Rêveberiya Xweser di navbera aşên Dewleta Tirk û Şamê de bihêre
Rûsya ji Idlibê heta bi Eyn Îsa û Qamişlo rageşiyê bi rengekî 'bikontrol' zêde dike. Armanc ew e ku Bakur-Rojhilatê Sûriyê di navbeyna aşên Dewleta Tirk û Şamê de bihêre. Lê dibe ku her gav her tişt ji 'kontrol'a Rûsyayê derkeve. -
Li gundê Mielekê şer qewimî
Piştî ku leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan bikevin gundê Mielekê, şervanên QSD'ê bersiv dan û şer qewimî. Dagirkeran bi çekên giran êrişî rêya bejahî ya M4, gundê Mielekê û kampa Eyn Îsayê kirin. -
Di navbera hêzên Ewlekariya Hundirîn û Şamê de şer derket
Li Qamişloyê hêzên hikûmeta Şamê gule berdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bersiv dan. -
Li Şehbayê cenazeyê şehîd Gîvara Efrîn hate veşartin
Li Şehbayê bi tevlîbûna bi sedan kesan şehîd Gîvara Efrîn hate veşartin. -
Greva birçîbûnê ya li Kobanê: Jiyan bêyî Rêbertî nabe
Greva birçîbûnê ya li Kobanê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir, bi serdanan dewam dike. -
Li Reqayê mayînek teqiya: 2 kes birîndar bûn
Li navenda Reqayê di encama teqîna mayîna ku li wesayîtekê hatibû bicihkirin de, 2 kes birîndar bûn. -
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê dom dike
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê bi armanca destekdayîna berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’î û PAJK’ê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin, dom dike. -
Cenazeyê Şehîd Beşar Ehmed veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Beşar Ehmed li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişloyê bi merasîmekê veşartin. -
HRE: Hevrêyê me Gîvara Efrîn şehîd bû
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Gîvara Efrîn di 2'ê Çileyê de şehîd bûye. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Ehmed şehîd bû
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rgaihand ku endamê wan Beşar Ehmed di encama qezaya trafîkê de şehîd bû. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Hewldana êrîşa çeteyan hate şikandin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kirin ku wan hewldana êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li gundê Hoşeriyê ya bakûrê bajar şikandine. -
Gelê Minbîcê şehîdê xwe veşart
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê Îbrahîm Xelîl û Cemal Elo bi merasîmekê li li goristana şehîdan hatin veşartin. -
Li Şehbayê ji bo Şehîd Dîdar Ocalan merasîm hate lidarxistin
Merasîma Şehîd Dîdar Ocalan li gundê Til Sûsinê ya Herêma Şehbayê bi tevlîbûna gelê li herêmê hate çêkirin. -
Li Efrînê di sê salan de 674 kesên sivîl hatin kuştin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku ji sala 2018’an dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê Efrînê dagir kirine, heta niha 674 kesên sivîl hatine kuştin û 7343 sivîl jî hatine revandin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsa 2 sivîl birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî derdora navenda navçeya Eyn Îsayê kir û 2 sivîl birîndar bûn.