HSK'ê 15 cîhazên hilmstandinê şand Rojavayê Kurdistanê

Heyva Sor a Kurdistanê ku meha derbasbûyî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi kampanya "100 cîhazên hilmstandinê" kiribû, weke gava destpêkêya kampanyayê 15 ji van cîhazan şand Rojava.

Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heyva Sor a Kurdistanê (HSK), ji bo 100 cîhazên hilmstandinê bi lezgînî bişîne Rojavayê Kurdistanê, meha Mijdarê dest bi kampanya alîkariyê kiribû.

Di çarçoveya kampanyayê de 15 cîhazên hilmstandinê ji Rojava re hatin şandin. Heyva Sor a Kurdistanê li ser kampanyayê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku heta niha 7651 kes li Rojava bi vîrûsa koronayê ketine û 251 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber şerê 9 salan ê bênavber şert û mercên jiyanê yên li Rojava gelekî giran in û hate gotin, "Li Rojava cîhazên hilmstandinê gelekî kêm in û pêwîstiyeke acîl bi wan heye. Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê têkildarî van cîhazan lêkolîna pêwîst kir û tespît kir ku lêçûna şandinê jî di nav de buhayê her yek ji van cîhazan 23 hezar Euro ye. Ji bo 100 hezar cîhazî pêwîstî bi 2 milyon û 300 hezar Euro heye.

Heyva Sor a Kurdistanê weke gava destpêkê ya ji Îtalyayê hate avêtin, bi 345 hezar Euroyî 15 cîhaz ji Rojava re hatin şandin. Em bang li mirovan hemûyan dikin ku di têkoşîna dijî vîrûsa koronayê de piştgiriyê bidin gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûiryeyê."

BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ DORPÊÇKIRÎ YE

Berpirsyarê Ofîsa Têkiliyên Derve ya Desteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Silêman Ahmed jî têkildarî kampanyayê agahî da.

Silêman Ahmed diyar kir ku Heyva Sor a Kurdistanê 15 cîhazên hilmstandinê şandiye Rojavayê Kurdistanê û got, "Beriya her tiştî em malavayiya Heyva Sor a Kurdistanê dikin. Em niha di nava şert û mercên gelekî giran de ne. Mîna li tevahiya cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî şewba vîrûsa koronayê dewam dike. Lewma pêwîstiya me bi malzemeyên tenduristiyê heye."

Ahmed anî ziman ku ew bawer dike rojên bê wê piştgiriya ji bo herêmê dewam bike û got, "Ji ber ku Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji her alî ve dorpêçkirî ye. Alavên tenduristiyê yên ji me re tên şandin bêguman girîng e, lê mixabin têrker nînin. Lewma em spasiya her kesî dikin ên ku di rojên zor û zehmet de bi me re ne."

PÊWÎSTÎ BI MALZEMEYÊN TENDURISTIYÊ HEYE

Endamê rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê Dilgeş Îsa jî bal kişand ser girîngiya van cîhazan ji bo gelê Rojava.

Dilgeş Îsa destnîşan kir ku Heyva Sor a Kurdistanê, Heyva Sor a Kurd û Desteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di encama karekî hevpar de ev cîhaz gihandine Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku cîhaz wê li gorî pêwîstiyê li nexweşxaneyan bên belavkirin. Îsa anî ziman ku pêwîstiya Rojava gelekî bi alavên tenduristiyê heye û bang li her kesî kir ku piştgiriya wan bike.