Bi hezaran kes li Kobanê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi hezaran kes li Kobanê meşiyan û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Bi hezaran kes ji kantona Firatê, li dijî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê li Qada Jin a Azad a li bajarê Kobanê li hev kom bûn û heta Qada Şehîd Egîd meşiyan.

Şênî ku li kolanên bajarê Kobanê meşiyan li Qada Şehîd Egîd mîtîngeke li dar xist. Di mîtîngê de endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Firatê Salih Nûh axivî û got: "Dewleta Tirk bi rêya lîstokan dixwaze dîrokê dubare bike. Lê bila baş bizane ku sîwana mezin a gelê Kurdistanê û pêkhateyên wê diparêze, Serok Abdullah Ocalan û ramanên wî yên ronak e."

Nûh wiha domand: "Gelê me vê zulmê qebûl nake. Dewleta Tirk ji 26 salan ve Rêber Abdullah Ocalan dîl girtiye û tecrîdeke giran lê ferz dike. Em vê rewşê qebûl nakin. Êdî gelê Kurd hişyar e. Têkoşîna wî li Kurdistanê roj bi roj mezintir dibe. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest nexin, gelê me ranaweste."

Mîtîng bi dûrişmeya "Bê Serok jiyan nabe bi dawî bû".