Fermandarê QSD'ê: Me êrişa dagirkeriyê têk bir

Ji fermandarên QSD'ê Azîz Xerbîsan diyar kir ku wan êrişa dagirkeriyê têk birine û got, "Balafirên şer ên çeteyan bombeyan li cih û warê sivîlan dibarînin."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji serê sibehê ve bi çekên giran û balafirên şer û balafirên bêmirov ên biçek êrişî gundên Seyda, Mielek, rêya M4 û derdora navçeya Eyn Îsayê dikin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrişên dagirkeran.

Yek ji fermandarên QSD'ê yên li navçeya Eyn Îsayê Ezîz Xerbîsan tekildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê, ji ANHA’yê re axivî.

Xerbîsan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji berbangê ve êriş birin ser gundê Cehaba yê 5 km dûrî Eyn Îsayê û wiha got: "Dagirkeran bi çekên giran êrişî gundê Cehaba kirin û hewl da gund dagir bikin. Me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan dan û hewldanên wan ên dagirkirinê têk birin. Piştî ku êriş hatin têkbirin, hêzên dagirker careke din saet di 7:00 de êrişî rêya M4, derdora Eyn Îsa û gundê Seyda kirin. Êriş li dijî gundên bi sivîlan dagirtî, pêk hatin û sivîlên herêmê bi xetereyê re rû bi rû ne."

Xerbîsan anî ziman ku tevî avakirina nuqteyên hevbeş jî, êrişên artêşa Tirk a dagirker zêdetir bûne û wiha domand: "Di êrişan de nuqteyeke hevbeş ku li rojhilatê depoyên Eyn Îsayê hatibû avakirin, hate hedefgirtin û leşkerekî hêzên hikumetê birîndar bû. Tevî vê yekê jî ne hêzên Rûsyayê ne jî hêzên hikumeta Şamê tu bersiv nedan êrişan."

Fermandarê QSD'ê Ezîz Xerbîsan da zanîn ku êrişên li dijî cihên sivîlan li pêş çavên hêzên Rûsyayê ku aliyê garantor e, pêk hatin û wiha dewam kir: "Piştî demeke dirêj, hêzên dagirker cara yekem bi balafirên şer herêm bombebaran kir. Tevgera balafirên şer û keşfê li ser navenda navçeyê û gundewarên wê hîna jî berdewam dike. Ji bo parastina gel û xaka xwe em ê her tim li ber xwe bidin."

Hejayî bibîrxistinê ye ku di 9'ê Kanûnê de Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ragihandibû ku wan bi hêzên Rûsyayê re li ser avakirina 3 nuqteyên çavdêriyê yên hevbeş li hev kirine.