Rûsya agirbesta li Eyn Îsayê dike meseleya bazarê

Rûsya ligel ku di agirbesta Soçiyê de bûye hêza garantor, agirbesta li Eyn Îsayê dike meseleya bazarê. Rûsya di navbera QSD û dewleta Tirk de lîstikan dike û bi ser de meseleya li Îdlîbê jî heye.

Dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî Girê Spî kiribû. Di 17’ê Cotmeha 2019’an de jî bi DYE’yê re peymana Enqereyê û di 22’ê Cotmeha 2019’an de jî bi Rûsyayê re peymana Soçiyê îmze kiribû. Ligel van peymanan jî êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Ev hefteyek e êrîşên li ser Eyn Îsayê zêde bûne. Rûsya ya garantorê agirbesta li Soçiyê ye, di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dewleta Tirk de lîstikan dike.

Rayedarên Rûs beriya êrîşan bi QSD’ê re rûniştibû û diyar kiribû heke Eyn Îsa di warê leşkerî û îdarî dewrî rejîma Şamê neyê kirin wê dewleta Tirk êrîşî wê bike.

BERSIVA JI RÛSYAYÊ RE: EM SIYASETA ŞANTAJÊ QEBÛL NAKIN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên dîplomatîk dane ANF’ê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotiye ku, “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeyekî Sûriyeyê ye, ji bo çareseriyeke mayînde ya bi hikumeta Şamê re ew alîgirê diyalogê ne, Rûsyayê qewlên xwe yên berê bi cih neaniye” û diyar kirine ku ew vê siyaseta şantajê qebûl nakin.

AVAKIRINA BENDÊN ÇAVDÊRIYÊ

Rojek piştî hevdîtinê dewleta Tirk û komên çeteyan ên girêdayî wan êrîşî Eyn Îsayê kirin û hêzên QSD’ê li ser esasê xweparastinê li ber xwe da û derbên giran li çeteyan da. Çeteyan bi rêya Rûsyayê û bi saya ‘agirbesta mirovî’ ya ku ji QSD’ê xwestibûn, cenazeyê xwe wergirtin.

Piştî zextên Rûsyayê, redkirina Rêveberiya Xweser a van zextan, êrîşên çeteyan û berxwedana QSD’ê, di 10’ê Kanûnê de rayedarên leşkerî yên Rûsya, QSD û hikumeta Şamê, li Eyn Îsayê civînek kirin û ji bo şopandina agirbestê biryar stendin ku du heb jê li rojavayê bajêr û yek jî li rojhilatê bajêr bendên çavdêriyê were avakirin.

GARANTORÊN AGIRBESTÊ LI ÊRÎŞAN TEMAŞE DIKIN

Du roj piştî avakirina bendên çavdêriyê komên çeteyan ên dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî bajêr zêde kirin. Gundên Celbê û Mişerfa yên li rojhilatê bajêr bûn hedef.

Dewleta Tirk bi çekên giran piştgirî da êrîşan û komên çeteyan ên Sûltan Mûrad, Hamza Tumenî, Ehrar El Şerqiye û Suleyman Şah tevlî êrîşan bûne.

Artêşa Tirk ji hewayî ve piştgiriyê dide çeteyan, Rûsya ya ku garantora agirbestê ye û hêzên hikumeta Şamê ya li herêmê jî li şeran temaşe dikin.

HEDEF OTOBANA M4’Ê YE

Piştî van êrîşên berfireh çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriyê didin wan li gundên Celbê û Mişerfayê ketin hin cihan lê şervanên QSD’ê derbên giran li wan da û êrîş şikand. Lê artêşa Tirk û çete bi çekên giran êrîşên xwe yên li dijî navenda Eyn Îsa û otobana M4’ê didomîne.

LI ŞERGIRAKÊ HEVDÎTINA RÛSYA Û TIRKIYEYÊ

Piştî şervan berêvarî heyeteke polîsên leşkerî yên Rûsyayê çûn sîloyên Şergirakê ya di bin kontrola artêşa Tirk de ye û bi rayedarên Tirk re rûniştin.

HEMAN DAXWAZ

Derbarê kitekitên hevdîtinê agahiyên zelal nehatin bidestxistin lê hin çavkaniyên nêzî hikumeta Sûriyeyê îddîa kirin ku rayedarên leşkerî yên Tirk ji rayedarên leşkerî yên Rûsyayê re gotine, “Heta ku hêzên QSD’ê û saziyên Rêveberiya Xweser li bajêr hebin wê êrîş bidomin.”

Şertên dewleta Tirk dişibe şertên ku Rûsyayê li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD’ê ferz dike.

PIŞTÎ HEVDÎTINÊ ÊRÎŞ

Rayedarên leşkerî yên Rûs piştî ku ji sîloyên Şergirakê derketin, çend saet şûnde çeteyan dîsa êrîş kirin. Tê diyarkirin ku wê rayedarên Tirk û Rûs îro dîsa bicivin.

LÎSTIKA RÛSAN

Geşedanên dawîn ên li qadê wisa ye, lîstika ku Rûsya li ser xeta Eyn Îsayê di navbera dewleta Tirk û QSD’ê de dike, bazarên ku Rûsyayê berê bi dewleta Tirk re kiribû tîne bîra mirov.

Di nav vê bazarê de tişta pêşîn tê bîra mirovan ev e ku Tirkiye û Rûsya wê başûrê Îdlîbê (bakurê Lazkiyeyê) ji çeteyan paqij bike û divê teslîmî hikumeta Şamê bike.

Li gorî şertên peymana agirbesta li Îdlîbê ya ku di 5’ê Adara 2020’an de hatibû kirin, Rûsyayê ji dewleta Tirk xwestibû ku herêmên Cebel Zawiye û Seyh El Gab ên li bakurê Lazkiyeyê were teslîmkirin lê dewleta Tirk di vî warî de xwe giran dike.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji çavkaniyên ewlekariyê wergirtiye, di meha Îlonê de piştî hevdîtina li Enqereyê ya di navbera heyetên Tirk û Rûs de, Rûsya zextên giran li dewleta Tirk dike.

BOMBERDÛMANA LI BAKURÊ LAZKIYEYÊ

Bi êrîşên li ser Eyn Îsayê re, bomberdûmana Rûsyayê ya li ser Cebel Zawiye, Seyh El Galib jî balê dikişîne. Li gorî çavkaniyan rayedarên Tirk ji rayedarên Rûs re gotine ku ‘Ev herêm di bin kontrola Hurras El Dîn û Partiya Îslamî ya Turkistanê de ye, dijwar e ku di demeke kurt de encam were stendin.”

LÎSTIKA RÛSAN

Rûsya a niha li qadê him hewl dide Eyn Îsayê têxe bin kontrola Şamê û ji aliyê din ve jî dixwaze herêmên Cebel Zawiye û Seyh El Gab ên li başûrê otobana M4 jî têxe bin kontrola Şamê. Rûsya dixwaze vê herêmê paqij bike û ewlekariya wê pêk bîne.

Tê diyarkirin ku dewleta Tirk ligel agirbestên di 17 û 22’ê Cotmehê de li Eyn Îsayê li dora DYE jî diherin û tên. Li gorî agahiyan dewleta Tirk beriya ku peywira rêveberiya Donald Trûmp bi dawî bibe, dixwaze zûzûka tiştekî bike û ji bo qada hewayî jî li ber xwe bide.

EYN ÎSA, TIL TEMUR Û ZIRGAN…

Armanca êrîşên li ser Eyn Îsayê ev e ku bajêr bixînin, sêgoşeya Kobanê-Reqa, Kobanê-Herêma Cizîrê û herêmên Minbîc-Cizîrê desteser bikin. Artêşa Tirk û çeteyên wê li ser xeta Til Temir û Zirganê (Ebû Rasin) jî hêza xwe ya leşkerî zêde dike.