Welatiyên Eyn Îsayê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Girê Spî bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya raya navneteweyî ya li hemberî êrîşan, li navçeya Eyn Îsayê kon veda.

Li dijî êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê konê çalakiyê veda û ragihand ku ew ê li dijî wan êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê li ber xwe bidin.

Di roja yekemîn a çalakiya konvedanê de, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Kobanê Elî El-Ehmed daxuyaniyek da û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

El Ehmed diyarkir ku bêdengiya raya navneteweyî û Rûsya ya li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî sivîlên herêmê kiriye ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmên din ên Sûriyê teşwîq bibe û got: “Wek Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Kobanê em ê li dijî êrîşên barbar ên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana şêniyên navçeya Eyn Îsayê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bidomînin.”

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hîlal El-Hîlal ku beşdarî çalakiyê bûbû jî da zanîn ku ew îro hatine Eyn Îsayê da ku piştgiriya xwe bi şêniyên navçeyê re nîşan bidin û êrîşên rojane yên li dijî wan red bikin û wiha pêde çû: “ Emê dest ji xaka xwe bernedin û rê nadin dewleta Tirk a dagirker armancên xwe pêk bîne. Em ê piştgiriya şervanên QSD`ê û parastina xaka xwe bidomînin.”

Tê payîn ku çalakiya konvedanê 3 rojan dewam bike.