Jinên revandî yên Efrînê

Li gorî Missin Afrin Women Project (Projeya Jinên Efrînê yên Winda), ku hewl dide sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê bi belge bike, ji sala 2018'an dema dagirkeriyê û vir ve zêdeyî 200 jin hatine revandin.

Proje bûyerên revandina jinan li ser malpera înternetê "https://missingafrinwomen.org radixe pêş çavan. Proje diyar dike ku kîjan bûyera revandinê ji aliyê kîjan koma çete ve hatiye kirin.

Di rapora dawî ya saziyê de hate ragihandin ku li Efrînê tenê meha Mijdarê 11 jin hatin revandin û yek ji wan hate berdan, lê 10 jin hîn jî winda ne.

Ji afirînerên projeyê Meghan Bodetta ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û diyar kir ku ji Çileya 2018'an û vir ve zêdeyî 200 jin hatine revandin û ji sê paran du jê hîn jî winda ne.

Proje bûyerên revandina jinan li ser vê malpera înternetê diweşîne: https://missingafrinwomen.org/data/