Pênc rojnamevan û nivîskar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de, nivîskar Hîcrî Ozgoren jî di nav de pênc kesên ku hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

JI BO ROJNAMEVANAN BIRYARA GIRTINÊ

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê dayî destpêkirin de, îfadeya dozgeriyê ya piraniya rojnamevan û nivîskarên ku li Amed û bajarên din hatibûn binçavkirin hat temamkirin.

Seroka Komaleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, karîkaturîst Dogan Guzel, nivîskar-wergervan Omer Barasî, Koordînatorê PirtûkaKurdî Bawer Yoldaş, Figen Mamedoglu Alp û Berfîn Atli ku bi rêya Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBIS) îfadeya wan hat girtin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Navên kesên ku dozgerî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatın kirin wiha ne: “Derhêner Ardîn Dîren, akademîsyen Abdurrahman Aydin, nivîskar-helbestkar Ahmet Hîcrî Ozgoren, wênegir Emrah Kelekçiler û rojnamevan Ahmet Sunbul.”

Tê payîn ku îfadeya dozgeriyê ya kesên din ên ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatine binçavkirin sibê were kirin.