Berxwedana Eyn Îsa û Şengalê hate silavkirin

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Suriyeyê bi hezaran kes hatin gel hev, peymana li ser Şengalê şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana gelê Eyn Îsayê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, ji bo şermezarkirina sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker û peymanên hikumeta Bexda û Partiya Demokat a Kurdistanê (PDK) ên li dijî Şengalê, li kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Bi sedan şêniyên bajêr û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandêr li pêşiya Pira Miftî ya li bajêr rawestiyan û alên Yekîtiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger hildan û berê xwe da Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr. Xwepêşandêran dirûşmên silavkirina berxwedana gelên Eyn Îsa û Şengalê berz kirin.

Li pêşiya navenda Xabûr, meş veguherî mitîngê. Piştre endama rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê Hêvîn Welîd axivî û diyar kir ku alozî û şerên li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Sûriyeyê û Iraqê, di encama planên qirêj ên dewletên hegemon de çêdibin.

Hêvîn diyar kir ku di bin navê parastina sivîlan de bi hezaran zarok hatin qetilkirin û bi sedan jin di kampên dewleta Tirk de ji aliyê rêxistinên terorîst ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ve, hatin tecawizkirin û firotin.

Hêvîn destnîşan kir ku peymanên di navbera hikumetên Hewlêr û Bexdayê de yên li ser Şengalê dide nîşandan ku ew ji bo îradeya gel têk bibe û projeya Rêveberiya Xweser asteng bike van planan dikin.

Hêvîn wiha dom kir: “Hîna çavnebariyên dewleta Tirk a dagirker di xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene. Ji ber vê ew êrişî navçeya Eyn Îsayê dikin û her tim hewl didin dagir bikin.”

Hêvîn piştrast kir ku heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî wê berxwedana xwe bidomînin.

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana şêniyên Şengalê û Eyn Îsayê bi dawî bû.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê jî bi sedan şêniyên navçeyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn, ji bo ku komployên li dijî şêniyên herêmê, êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê û kiryarên dawîn ên PDK’ê yên li Başûrê Kurdistanê red bikin daketin qadan.

Xwepêşandana girseyî ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û li kolanên sereke yên navçeyê dewam kir. Xwepêşandêran dirûşmeyên silavkirina berxwedana şervanên QSD’ê û hêzên gerîla berz kirin.

Xwepêşandêran her wiha pankarteke bi nivîsa “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin”, alên QSD’ê û partiyên siyasî hildan.

Meş li Kolana Filistîn veguherî mîtîngê û bi navê Meclisa Navçeya Til Temirê endamê rêveberiya meclisê Ebdû Mûsa axivî û berxwedana hêzên leşkerî ya li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê, silav kirin.

Mûsa destnîşan kir ku ev êriş hemwextî bi pêşketinên li Sûriyeyê, panelên MSD’ê û diyalogên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêk dihat destpê kirin û wiha domand: “Êrişên dagirkeriya Tirk li gorî planên navneteweyî yên bi serkêşiya Rûsya û Amerîka û hin kesên ji Encûmena Nîştimanî ya Kurdî pêk tên û ew bi hemû rêbazan hewl dide destkefî û îradeya me têk bibe.”

Mûsa di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku êrişên li dijî nivîsgehên partiyên Kurdî bi armanca têkbirina diyaloga di navbera Kurdan de li hemû parçeyên Kurdistanê tên pêkanîn.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana hêzên leşkerî bi dawî bû.