Li Şehbayê meşa ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya li zindanan

Ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya li zindanên Tirkiyeyê, ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, li Şehbayê meşeke girseyî hate lidarxistin. Kongreya Star pêşengî ji meşê re kir.

Kongreya Star a Herêma Şehbayê ji bo xwedîderketina li berxwedana girtiyên zindanan ku li dijî tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, bi dirûşmeya "Bi berxwedana zindanan em ê faşîzim û xiyanetê têk bibin" meşeke girseyî li dar xist.

Meş bi tevlibûna bi sedan ji şêniyên Şehbayê, sazî û dezgehên wê pêk hat. Meşê ji navçeya Fafînê ya Şehbayê dest pê kir û li qada navçeyê hat rawestandin. Di meş de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatin hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê li ser navê Kongreya Star Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Zelox Bekir axivî.   
 
Zeloxê bal kişand ser bexwedana li zindanan û wiha got: "Berxwedana gelê Efrînê yê koçber ku ev 3 sal e ji bo vegera ser xaka xwe li ber xwe didin, em pîroz dikin. Her wiha berxwedana zindanan  ji bo bi dawîkirina tecrîda girankirî li ser Rêber Apo jî em pîroz dibînin. Em ê xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derdikevin, heta ku em bighêjin armanca xwe û Rêber Apo azad bikin. Bi berxwedan û tekoşînê em ê dagirkeriyê têk bibin. Banga me ji bo tevahî gelê me bilindkirina têkoşînê ye."
 
Meş bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.