BI DÎMEN

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Helebê salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin.

Li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 46'emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

HELEB

Meclîsa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola Efrîn a Taxa Şêxmeqsûd şahiyek li dar xist. Di şahiyê de endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, komîn, meclîs, hêzên leşkerî, rûspî û şêniyên taxên Şêxemeqsûd û Eşrefiyê beşdar bûn.

Di şahiyê de rêvebera Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Avaşîn Heleb salvegera damezirandina PKK'ê li gelê Kurd, hevalên wan û Rêber Apo pîroz kir.

Avaşîn Heleb bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gerîlayan û got: "Ew berxwedan çarenûsa Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê diyar dike. Gerîla şerê hebûna gelê Kurd dikin. Bi saya wan em hatin gihaştin roja îro. Em ê heta pêkanîna serkeftin û azadiyê li ser şopa gerîla û Rêber Apo bin."

Piştre Koma Şehîd Vejîn a Tevgera Hîlala Zêrîn, Koma Agirî ya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo û hunermend Baran stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin. Koma Stêrkên Efrînê jî govendên folklorî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê li qada Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer şahiyek hat organîzekirin.

Di serî de endamê PYD'ê Mehmûd Kalî destnîşan kir ku damezirandina PKK'ê damezirandina jiyana azad a gelan e.Mehmûd Kalî diyar kir ku ev roj jiyana hevbeş û biratiya gelan nîşan dide.

Piştre Koma Şehîd Zîlan, Koma Şehîd Avaşîn, Koma Şehîd Elefteriya û hunermend Sîpan Xelat stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Navendek din a şahiya Cejna Vejînê Rimêlan bû. Di serî de endama PYD'ê Ayhan Mûrad got: "Ne ji vê partiyê bûya em îro tine bûn. Vê partiyê em fêrî têkoşîn û berxwedana ji bo azadiyê kirin."

Piştre Koma Şehîd Alîna, Koma Şehîd Xebat, Koma Serhildan û Koma Endelîb El Firat stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li Amûdê jî şahî hat lidarxistin. Di destpêka şahiyê de endamê PYD'ê Mihemed Seîd Çolî damezirandina PKK'ê pîroz kir û li ser qonaxa damezrandina partiyê û qonaxên berxwedanê axivî.

Nûnera Desteya Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê Cewahir Osman soza domandina berxwedanê li ser şopa şehîdan nû kir.

Piştre Koma Serdem, Koma Şehîd Delîla, Koma Şehîd Reyhan, Koma Şehîd Agirî û hunermend Îbocan stran pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.