Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê di encama hevdîtinên Rûsya, dewleta Tirk û Îranê de yên li Astana û Soçiyê hatibû avakirin. Te gotin di hevdîtinên komîteya navborî de hin bazariyên nû hatine kirin.
Di hevdîtinan de ku li Soçiyê dest pê kir û Kanûna 2019'an derbasî bin sîwana Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê hatin kirin, tê gotin di navbera Rûsya û dewleta Tirk de li ser daxwazên siyasî yên komên çekdar de bazariyên nû hatine kirin.
Di hevdîtinên tûra 4'emîn ên Komîteya Destûra Bingehîn de ku 4'ê Cotmehê û 30'ê Mijdarê li Cenevreyê hatin lidarxistin, muxalefeta li dû dewleta Tirk şertê 'avakirina hikumeta derbasbûnê' neaniya ziman. Di heman demê de rayedarên Tirk jî di daxuyaniyên xwe yên dema dawî de mijara 'hikumeta derbasbûnê' bilêv nakin.
LI DORA BIRYARA 2254 A KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DIGERIN
Bilêvnekirina vê daxwazê tê wê wateyê ku 'muxalefeta' ser bi dewleta Tirk ji biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) paşve gav avêtiye.
Li gorî biryara bi hejmara 2254 a KENY, ji bo çareseriya siyasî ya krîza li Sûriyeyê "Di nava 6 mehan de divê hikumeteke pê bawer, tevlîkar û xwe naspêre mezhebekê bê avakirin, di nava 18 mehan de jî di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bi rengekî serbixwe û wekhev hilbijartin bê kirin."
Biryara bi hejmara 2254 a KENY ji ber ku di mijara krîza Sûriyeyê de yekane biryar e ku bi yekdengî hatiye wergirtin, hêzên herêmî û navneteweyî yên li Sûriyeyê tevdigerin xwe dispêrin vê biryarê û bi vî rengî hewl didin xwe rewa bikin.
PISPOR JI BO VÊ GAVA TIRK-RÛS ÇI DIBÊJIN?
Pispor dibêjin destberdana ji şertê "hikumeta derbasbûnê"ji bo muxalefetê tê wateya destberdana ji biryara bi hejmara 2254 a KENY.
Li gorî pisporan, şertê hikumeta derbasbûnê dibe ku bi zexta Rûsyayê ya li ser dewleta Tirk û bi zexta dewleta Tirk a li ser komên 'muxalefetê' nehatiye bilêvkirin.
Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Firatê Welîd Çolî li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku komên xwe weke muxalefeta Sûriyeyê pênase dikin piştî sala 2014'an bi temamî ketine bin kontrola dewleta Tirk. Welîd Çolî diyar kir ku nêzîkbûna li hev a dewleta Tirk û Rûsyayê re "Daxwazên van koman bi hevdîtinên li Astana û Soçiyê re yek bi yek ji holê hatine rakirin."
'PIRSGIRÊKA SÛRIYEYÊ DADIXÎNE ASTA PIRSGIRÊKEKE HERÊMÎ'
Welîd Çolî anî ziman şertê "hikumeta derbasbûnê" li tûra 4'emîn a hevdîtinên destûra bingehîn nehatiye bilêvkirin û got, "Dewleta Tirk li ser daxwaza Rûsyayê hewl daye ku vê biryarê binixumîne." Çolî wiha dewam kir, "Di rewşeke wiha de tiştekî bi navê muxalefetê namîne. Bi rewşeke wiha re wê ti wateya hevdîtinên Cenevreyê jî nemîne. Pirsgirêka Sûriyeyê ji asta pirsgirêka navneteweyî dadixînin pirsgirêkeke herêmî."
'RÛSYA Û DEWLETA TIRK HEWL DIDIN CIVAKA NAVNETEWEYÎ BIXAPÎNIN'
Welîd Çolî destnîşan kir ku dewleta Tirk û Rûsya bi vî halê komîteya destûra bingehîn re hewl didin civaka navneteweyî bixapîne û got, "Tişta ku bi vî rengî diqewime ew e ku rejîm mîna xwe bimîne û Îxwanî tevlî desthilatdariyê bên kirin. Di vir de ya girîng ew e ku helwesta Yekîtiya Ewropa û DYE wê çi be."
GELO CENEVRE TÊ PÛÇKIRIN?
Welîd Çolî diyar kir ku DYE û Yekîtiya Ewropa xwe ji komîteya destûra bingehîn a li hevdîtinên Soçî ava bû vedigirin, lê belê piştî ku komîte li gorî biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî derbasî Cenevreyê hate kirin di helwesta wan de guhertinek çêbû û got, "Rûsya û dewleta Tirk bi vê pêngavê re DYE û Yekîtiya Ewropayê datîne aliyekî. Di rewşeke wiha de dibe ku avakirina muxalefeteke nû bikeve rojevê. Dibe ku welatên rojavayî li ser vê bisekinin."
'DEWLETA TIRK NIHA JÎ DAXWAZÊN ŞOREŞÊ DIFIROŞE'
Serokê Forûma Kurd-Elman Yûnis Behram jî ragihand ku dewleta Tirk û Rûsya bi rêya komîteya destûra bingehîn bi lîstikekê dilîzin û got, "Piştî ku navenda 'muxalefeta Sûriyeyê' derbasî Stenbolê hate kirin, qert hemû radestî dewleta Tirk hatin kirin. Piştre jî daxwazên ji bo şoreşa Sûriyeyê hatin bilêvkirin yek bi yek xistin bazarê. Komên ku xwe weke muxalefetê bi nav dike, destpêkê ax firotin, niha jî daxwazên şoreşê difiroşin."
'HEWL DIDIN ÎXWANIYAN TEVLÎ BAASIYAN BIKIN'
Yûnsi Behram diyar kir ku dewleta Tirk ji zûdeyî dest ji îdîaya hilweşandina rejîma li Sûriyeyê berdaye û niha du armancên xwe yên bingehîn hene.
Têkildarî mijarê got, "Armanca destpêkê ay rejîma Erdogan ew e ku Kurd bi ti awayî nebe xwedî tiştekî. Armanca duyemîn jî xaka Sûriyeyê ya ku dagirkiriye jê re bimîne. Piştî ku ev armancên xwe misoger kir dikare Îxwaniyan bi rejîma Sûriyeyê ve bizeliqîne. Ya ku niha di hevdîtinên destûra bingehîn de tê kirin ev e."
KOMÎTEYA DESTÛRA BINGEHÎN A SÛRIYEYÊ
Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê Çileya 2018'an li bajarê Soçî yê Rûsyayê, di Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê de kete rojevê.
Komîteya ku di hevdîtinên navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de biryar li ser pêkhateyên wê hate dayin, di Cotmeha 2019'an de 'li gorî' biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê civiya.
Komîte ji 150 endamî pêk tê ku 50 jê ji hikumeta Sûriyeyê ye, 50 jê ji komên bi navê 'muxalefetê' ye û 50 endam jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine diyarkirin. Di komîteya biçûk a ji bo nivîsandina destûra bingehîn de jî ji her aliyekî 15 kes bi gitşî 45 kes hene.
Nûnerên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku temsîla zêdeyî 5 milyon kesî dikin, tevlî komîteyê nehatine kirin. Nûnerên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û xelkê herêmê jî ragihandin ku biryarên komîteyê wan eleqedar nakin.