Gulîstan Sonuk: Ew ê nikaribin serê Kurdek jî bitewînin

Ketina Hevşaredarên Êlihê yên ku erka wan hat desteserkirin û endamên meclisa şaredariyê ji bo şaredariyê hatin astengkirin. Gulîstan Sonuk got, “Yekana armanca wan bişaftina vî gelî ye lê ew ê yek Kurdek jî nebînin ku li dijî pergala wan serî bitewîne."

Polîsên Tirk nehiştin ku Hevşaredarên Êlihê Gulîstan Sonuk û Yeşîl Işik ku erka wan hat desteserkirin û endamên meclisa şaredariyê bikevin avahiya şaredariyê. Li ser vê yekê hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aşîtiyê, rêxistinên bajarî yên DBP û DEM Partiyê û gelek kes li ser Kolana Diyarbakirê li hev civiyan.

Girse bi dirûmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Êlihê”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e” ber bi şaredariyê ve meşiya. Dema ku girse nêzîkî şaredariyê bû pêşiya wan hate girtin û girse ket nav dopêça polîsên Tirk. Polîs û wesayîtên zirxî li pêşiya şaredariyê kom bû û barîkat hatin danîn. Polîsên Tirk ragihandin ku qedexeya ketina endamên meclisa şaredariyê ji aliyê walîtiye dayîn û lewma ew ê destûra derbasbûna wan nedin. Hevşaredarn jî diyar kirin ku ew vê biryara derhiqûqî nas nakin û diyar kirin ku tevî ku 24 roj ser de derbas bûye, biryara tayînkirina qeyûmê ji wan re nehatiye ragihandin.

'VÎNA SERKEFTÎ DI DORPÊÇÊ DE YE'

Girseya di bin dorpêçê de bi dirûşme, çepik, tilîlî, nîşaneya serkeftinê û bi stranên berxwedanê govend gerand û piştre daxuyaniya çapemeniyê da.

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk, diyar kir ku demokrasî bûye hedefa desthilatê û wiha axivî: Vîna ku ji sedî 65'ê dengan girtiye û ji 38 endamên meclisê 35 endam bi dest xistine nikare bikeve hundir. Em vê yekê qebûl nakin. Heger qeyûm li benda qebûlkirina me be, ew xwe dixapîne. Berxwedan di roja xwe ya 24'emîn de didome û ew ê bidome."

'BES KURDEK JÎ DÊ SERÎ NETEWÎNE'

Hevşaredar Gulîstan Sonuk jî diyar kir ku avahiya şaredariyê veguherandine qereqolê û got ev dîmen dîmenê dagirkeriyê ye. Gulîstan Sonuk wiha axivî: "Bi astengkirina nûnerên gel ew ê nikaribin têkoşîna vî gelî asteng bikin. Rûyê wan nîne ku derkevin pêşberî vî gelî. Ne hiqûqê nas dikin ne jî vînê. Tenê tiştekê dizanin; ew jî dorpêçkirin, zilm û zexta li ser vî gelî ye. Me soz daye vî gelî, em ê pirsgirêkên vî bajarî bi hevdu re çareser bikin. Em ê li dijî vê hişmendiya talanker têkoşîna xwe bidomînin. Dixwazin bi qeyûman bajarî cezadar bikin. Yekane armanca wan çewisandina vî gelî ye. Lê belê ew ê yek Kurdekê jî nebînin ku serî li ber bitewîne. Berxwedana me didome. Em ê nehêlin ala berxwedanê ya gelê Kurd li erdê bikeve."

Piştî axaftinan girseyê bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî"yê li ser Kolana Ciyarbakirê dest bi meşê kir. Meş li pêşiya avahiya Rêxistina Bajarî ya DEM Partiyê bi dawî bû.