Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Qamişlo û Girkê Legê meş li dar xist.
QAMIŞLO
Girseya li ser rêya Kornîş li hev kom bû heta Qada Çerxerêya Cotkar meşiyan û mîtîngli dar xist. Hevseroka TEV-DEM'ê Remziye Mihemed û endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûryeyê Hiyal Xweyir li wir axivîn.
Remziye Mihemed îşaret bi hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û got: “Rêber Apo silav ji bo me şandiye. Em li ser navê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê ji Dêrik heya Heleb û Şehbayê berxwedana Rêber Apo silav dikin." Remziye Mihemed bal kişand ser peyamên Rêber Apo û got: “Em bi hemû pêkhateyên herêmê wan çalakiya silav dikin. Em berxwedana gerîla ya ku xwe bi keda xwe mezin dike, silav dikin û heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, em ê her kêlî li qadan bin.” Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hiyal Xweyir wiha axivî: “Em hîna jî di bin dagirkeriyê de ne û li vir em li ser navê we hemûyan peyama azadiya Rêber Apo didin. Azadiya Rêber Apo vîna me ye.”
GIRKÊ LEGÊ
Meclisa PYDˈyê ya Girkê Legê jî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Di meşa ji Çerxerêya Şehîd Xebat dest pê kir de pankartên "Serok Apo vîna me ye" hatin vekirin, wêneyên Rêber Apo hatin hildan, her wiha dirûşmên "Bijî Serok Apo” û "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin berzkirin. Meş li deriyê Rimêlanê veguherî mîtîngê. Hevseroka Meclisa bajarê Girkê Legê Nesrîn Dahir di mîtîngê de axivî û got: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em careke din soz didin. Em ji vir heya Îmraliyê wî silav dikin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin, dê têkoşîna xwe bidomînin."
Piştre rêveberê Meclisa PYD`ê ya Til Koçerê Meksem Sebah axivî û got: "Na ji zilmê re, na ji êrişan re, na ji qirkirina komî re. Erê ji aştiyê, biratiya gelan û neteweya demokratîk re. Felsefeya Rêber Apo mezin bû, heta bû dar. Em ê bi hev re bi vîna gelan û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi ser bixin."