ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li ser rêya Eyn Îsa û M4'ê şer
Gundê Mişêrfê yê Eyn Îsa ji hêla dagirkeran ve tê bombekirin, li dora gundê Seyda û li ser rêya M4'ê şer giran e. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ferhat Efrîn spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ferhat Efrîn ê di encama krîza dil de şehîd bûbû, li Helebê bi merasîmekê spartin axê. -
QSD: Bi ti awayî me êrîşî pêşmergeyan nekiriye
Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku bi hêzên PDK’ê re ne ketiye nava ti şerî, çapemeniya PDK’ê derewand. -
Li Şehbayê cenazeyên 2 şehîdan hate veşartin
Li herêma Şehbayê, cenazeyên 2 şehîdên qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê bi merasîmekê hate veşartin. -
HRE'yê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 hevrêyên wan roja 15'ê Kanûnê li Efrînê di şerê dijî leşkerên Tirk ên dagirker de şehîd bûne û ew bi bîr anîn. -
YPG'ê hevrêyê xwe Ferhad Efrîn bi bîr anî
YPG'ê, şervanê xwe Ferhad Efrîn ê 16'ê Kanûnê li Helebê ji ber krîza dil şehîd bû, bi bîr anî. -
YPG: Dev ji sûcdarkirinê û provokasyonan berdin
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku hêzên wan êrîşî baregehên pêşmergeyan nekirine û bang li rayedarên Başûr kir ku dev ji sûcdarkirin û provokasyonan berdin. -
Li Idlibê vedikişe, li Eyn Îsayê êriş dike, li Cenevreyê paşve gavê diavêje
Dewleta Tirk ku li Idlibê nuqteya dawî ya çavdêriyê ya dorpêçkirî vala kir, ji bo Eyn Îsayê dagir bike bi Rûsyayê re dest bi hevdîtinên fermî kir. Dewleta Tirk li Cenevreyê jî li daxwazên siyasî yên muxalefetê bazarê dike. -
Dewleta Tirk li Girê Spî 7 kes revandin
Rejîma Tirk li Girê Spî ya dagir kiribû, 7 kes revandin. -
PDK hêz û çekên giran li ser sînorê Rojava bi cih dike
PDK ber bi sînorê Rojava ve sewqiyateke giran a leşkerî dike. Gelek çekên giran li ser sînor hatine bicihkirin. -
Hemdan El Ebîd: Li ber çavê cîhanê avê li ser gel dibirin
Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Heman El Ebîd got, piştî têkçûna siyaseta dagirker a Tirk niha av kiriye amûrek û avê li ser gel qut dike. -
YPG'ê îdîayên Wezareta Pêşmergeyan li derewê qeliband
YPG'ê îdîayên Serbest Lezgîn ê PDK'î li derewê qeliband ku Lezgîn gotibû "YPG'ê êrişî pêşmergeyan kiriye." -
Li Rêya M4'an hewldana dagirkeriyê
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe hewl dan Rêya Bejahî ya M4 dagir bikin. -
Emîne Osê: Êrişên dewleta Tirk plankirî ne
Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê cidî ne, plankirî ne û bi destûra Rûsyayê tên kirin. -
PYNK’ê bang li rêveber û parlementoya Başûr kir ku bi rola xwe rabin
PYNK’ê li ser êrîşa PDK’ê ya li ser gerîla ku 3 gerîla birîndar bûn daxuyaniyek da û got: "Em banga li hemû gelê xwe yê Başûr û hêzên siyasî, neteweyî bi taybet parlamentoya Kurdistanê dikin ku bi rola xwe ya neteweyî li dijî şerê navxweyî rabe.” -
Ciwanên Efrînê êrîşên PDK’ê li ser gerîla şermezarkirin
Tevgera Ciwanên şoreşger ya Herêma Efrînê li Şehbayê êrîşên PDK’Ê li ser qadên gerîla bi meşekê şermezarkirin. -
Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê belavoka hevpar
25 rêxistinên civakî, li dijî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dike, belavokeke hevpar weşandin. Rêxistinan ji bo rawestandina qirkeriya etnîkî ya dewleta Tirk bang kirin. -
Şervanên YPG'ê yên Başûrî: Divê PDK nebe amûreke dewleta Tirk
Şervanên YPG'ê gotin, "Dewleta Tirk bi rêya polîtîkayên xwe yên qirêj hewl dide Kurdan bi destê Kurdan bide qirkirin" û nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan. -
Dewleta Tirk careke din av li ser Hesekê birî, civaka navneteweyî bêdeng e
Dewleta Tirk av li ser Hesekê birî û milyonek û 200 hezar kes bêav hişt. Hevserokê Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Nîdal Mehmûd diyar kir ku li ser mijarê ew bi welatên garantor, Xaça Sor, UNICEF û NY'yê re axivîne, lê biryar siyasî ye. -
Li Eyn Îsayê şer qewimî
Dewleta Tirk hewl da ku li gundê Muelek a girêdayî Eyn Îsayê û rêya M4 bi dizî bikeve herêmê. Di navbera dagirker û şervanên QSD’ê de şer qewimî. -
PDK li Qamişlo hate protestokirin
Li Qamişlo bi sedan kes hatin ba hev, li dijî polîtîkaya PDK’ê û êrîşkariya hêzên ser bi PDK’ê ya li dijî gerîla yên li Başûrê Kurdistanê meşiyan. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Têkoşer Efrîn hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Têkoşer Efrîn li herêma Şehbayê bi merasîmekê hate veşartin. -
YPG'ê ragihand ku Têkoşer Efrîn şehîd bûye
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şervanê wan Têkoşer Efrîn di 12'ê Kanûna 2020'î de li Helebê şehîd bûye. -
Dewleta Tirk êrîşê Şerayê kir, gelek gund hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gelek gundên navçeya Şera ya Efrînê kir. -
QSD’ê êrîşa li ser Eyn Îsayê şikand
Dewleta Tirk a dagirker hewl da têkeve Eyn Îsayê. Şervanên QSD’ê li dagirkeran da û êrîş şikand.