ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Tebqayê dagirkerî hate protestokirin
Li Tebqayê bi çalakiyên hatin lidarxistin, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê protesto kirin û ji NY daxwazin kirin xwedî li berpirsyartiya xwe derbikevin. -
Li Cindirêsê çeteyên Tirk û malbatên wan bi hev ketine
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê, ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, çete û şêniyên ji Xûta Rojhilat hatine anîn, bi hev ketine. Tê gotin ku çeteyan gelek ji hev kuştine. -
Li Eyn Îsayê çi diqewime?
Ji meha Mijdarê ve dewleta Tirk giranî daye ser êrşên xwe yên li ser Eyn îsa û gundên wê. Bêdengiya Rûsyayê û rejîma Baasê ya li hemberî van êrişan cihê nerazîbûnê ye. -
Li Dêrik û Girkê Legê bi hezaran kes ji bo Şengalê meşiyan
Bi hezaran kes li Dêrik û Girkê Legê daketin qadan û peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumeta Iraqê û PDK’ê de protesto kirin. -
Li Eyn Îsayê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin
Li Eyn Îsayê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin -
Ji zarokên li Hesekê birîndar bûbûn Zîlan jiyana xwe ji dest da
Zaroka bi navê Zîlan Ebas a di encama teqîna bombeyekê ya li ber derê mala wan bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da, tedaviya xwişka wê jî didome. -
HRE nasnameya şervanekî xwe eşerke kir
HRE’yê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe yê bi navê Ebdulhemîd Îsmaîl ku 9’ê Kanûnê di encama nexweşiyekê de şehîd ketibû, eşkere kir. -
Li Dirbêsiyê teqîn: 2 zarok birîndar bûn-NÛ BÛ
Li Dirbêsiyê di encam teqîna bombeya destan de 2 zarok birîndar bûn. -
Cenazeyê şervanê HRE’yê Îsmaîl spartin axê
Şêniyên Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ebdulhemîd Îsmaîl, li navçeya Ûm Hoşo ya Şehbayê spartin axê. -
Li Dêra Zorê 3 çete hatin girtin
Li herêma Dêra Zorê di operasyoneke QSD'ê de 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
'Dewleta Tirk dest danî ser nan û darên me'
Jina bi navê E.K ku ji ber terora Tirk bêgav ma ji Efrînê derkeve, behsa sûcên dewleta Tirk kir, E.K got daxwaza wê tenê azadkirina Efrînê ye. -
Li gorî SOHR’ê li Serêkaniyê 3 jê leşker 14 dagirker mirin
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di teqîna Serêkaniyê de 3 leşkerên Tirk û 11 çete û bi giştî 16 kes mirine. -
Serokeşîrên Eyn Îsayê xwedî li QSD’ê derketin
Serokeşîrên Girê Spî û Eyn Îsayê diyar kirin ku li dijî dewleta Tirk wê li pişta QSD’ê bin û xwedî li QSD’ê derketin. -
Cenazeyê Şehîd Mîşo spartin axê
Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mehmûd Mîşo, spartin axê. -
Çeteyan li Efrînê 15 kes revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Biyê ya Şêrawaya Efrînê gelek sivîl revand. -
HPC JIN: Heta dawî em ê li ber xwe bidin
Hêzên HPC JIN têkildarî dagirkeriya li Eyn Îsa û Şengalê gotin: “Heta dawî em ê li ber xwe bidin, terka axa xwe nakin”, nerazîbûn nîşanî bêdengiyê jî da. -
Hewldana êrîşa li dijî gundê El Kêf hate şikandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl da êrîşî gundê Em El Kêf bike. Meclîsên Leşkerî yên Til Temir û Siryanan de ev êrîş şikandin. -
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Em ê agirbestê bişopînin
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî bi daxuyaniyekê diyar kir, “Ji bo şopandina agirbestê, em ê noqteyan ava bikin.” -
Êrîşa çeteyan a li Um El Kêfê hate têkbirin
Hewldana çeteyên dewleta Tirk a li gundê Um El Kêf a Til Temirê hate têkbirin. -
Tirkiye ya zeytûnên Efrînê didize, difiroşe derve!
Derket holê ku dewleta Tirk a zeytûnên Efrînê didize difiroşe welatên Ewropayê. -
Gundê Êzidiyan Basûfanê di bin dorpêça çeteyan de ye
Çeteyên Feyqel El Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker rê nade ku welatiyên gundê Basûfanê ya Şêrewa ku Êzidî lê dijîn derkevin derve. -
Di navbera QSD, Moskova û Şamê de lihevkirina li ser Eyn Îsayê
Li ser Eyn Îsaya ku ev hefteyek dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser zêde kirine, Hêzên Demokratîk ên Suriyeyê (QSD), Rûsya û hikumeta Şamê di navbera xwe de lihevkirinek kirin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li Şengalê hate derketin
Li Dêrik, Girkê Legê û Tirbêspiyê peymana li ser Şengalê ya di navbera PDK û hikumeta Iraqê de hate şermezar kirin. -
YAT’ê bi operasyonekê 4 çete girtin
Yekîneyên Antî Terorê (YAT) a girêdayî YPG’ê di operasyona 6’ê Kanûnê ya li Til Hemîsê de 2 jê bêrê di nava DAÎŞ’ê de karê îstixbaratê dikir bi giştî 4 çete girtine. -
Dagirkeran li Cindirêsê 4 sivîlên din revandin
Kiryarên revandin, destdirêjî-destavêtin, dizî û talanê ya artêşa Tirk û çeteyên wê yên di serî de li Efrîn û herêmê di bin dagirkeriya wê de dewam dike. Hate ragihandin ku li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî 2 jê jin 4 sivîl revandin.