​​​​​​​Şehîdê QSD'ê Cûdî li Kobanê veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Fadil Derwîş (Cûdî Kobanê) ê ku li Dêra Zorê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dicle bi merasîmekê veşartin.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Fadil Derwîş (Cûdî Kobanê) berî du rojan dema erka xwe bi cih dianî di encama qezayeke trafîkê de li Dêra Zorê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Cûdî li Goristana Şehîd Dicle veşartin.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Katona Kobanê Mistefa Êto cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û berxwedana şervanên ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin silav kir.

Êto bêdengiya civaka navneteweyî ji êrişên artêşa Tirk şermezar kir û wiha got: "Bêdengî şewqa kesk dide Tirkiyê da ku hîn zêdetir herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Lê ev nayê wateya ku em teslîmî êrîşên dewleta dagirker dibin. Divê em bi erêka xwe rabin û a aramî û ewlehiya herêmêm biparêzin."

Di dawiyê de nasnameya şehîd Cûdî Kobanê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenaze di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.