'Li Eyn Îsayê 12 çeteyên dagirker hatin kuştin'

Ji fermandarên QSD'ê yên herêma Eyn Îsayê Ziyad Heleb diyar kir ku wan êrişên dagirkeran ên li ser gundewarên herêmê têk birine û herî kêm 12 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe di 18'ê Kanûnê de êriş birin ser gundên Cehbel û Mişêrfe yên navçeya Eyn Îsayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha bi topan rêya M4 û derdora navçeyê bombaran kirin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiv dan dagirkeran.

Ji fermandarên QSD'ê yên herêma Eyn Îsayê Ziyad Heleb li ser êrişê û bersiva wan ji ANHA'yê re axivî.

Ziyad Heleb di destpêkê de qala êrişa li ser herêmê kir û got: "Derdora saet 05:30'î artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi êrişên li ser gundên Cehbet û Mişêrfe kirin û hêzên me bersiva wan êrişan dan."

Girêdayî idîayên dezgehên çapemeniyê yên girêdayî dewleta Tirk ku dibêjin, 2 gund hatine dagirkirin Ziyad Heleb got, "Tişta ku dezgehên çapemeniyê û tevna dîjîtal belav kirine, idîayên derew in. Ew du gund hê jî di bin serweriya me de ne, dem bi dem di navbera şervan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyan de şer diqewime."

'12 ÇETE HATIN KUŞTIN, WESAYITEKE LEŞKERÎ JÎ HATE RÛXANDIN'

Têkildarî derbên ku artêşa Tirk a dagirker hat xistin Ziyad Heleb ev agahî da: "Şer 2 rojan dewam kir. Li gorî ku me bi çavan dîtin, 12 çete hatin kuştin û alaveke leşkerî hate rûxandin."

Ziyad Heleb wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Berxwedana şervanên me bi ruhê serketinê berdewam e û nahêlin çete derbasî van gundan bibin."