Şêniyên Dirbêsiyê piştgirî dan QSD’ê

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî Kantona Hesekê ji bo piştgiriya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re çalakiyek li dar xistin.

Li Dirbêsiyê rûspiyên, rewşenbîr û partiyên siyasî, bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. Çalakî li Qada Şehîdan hate lidarxistin.

Di daxuyaniya ji aliyê endamê Komîteya Rûspiyên Dirbêsiyê Heysem Xelîl ve hate xwendin de, êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li dijî Eyn Îsayê bi sûcekî terorî bi nav kir.

Xelîl diyar kir ku ew li dijî êrişên artêşa Tirk disekinin û wiha dom kir; "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer naxwazin, lê hewldana misogerkirina aştiyê dikin. Em bang li her kesên ku li ser navê mirovahiyê kar dikin ku li dijî van êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin."

Heysem Xelîl di dawiya daxuyaniyê de piştgirya xwe bi QSD`ê re nîşan da û got: "Ji bo ku xaka me were rizgarkirin em ê piştgitiyê bidin QSD’ê, em xwe dispêrin hêzên xwe yên leşkerî û vîna gelê ku ji bo hebûna li ser xaka xwe li ber xwe dide û têdikoşe."

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana QSD” û “Şehîd namirin" bi dawî bû.