Li gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê şer giran e

Li gundê Mişêrfê ku bi 2 kîlometreyan li rojhilatê Eyn Îsayê ye, di navbera şervanên QSD'ê û dewleta Tirk û çeteyên wê de şerekî giran diqewime.

Li gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê di navbera şervanên QSD'ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî giran diqewime.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine wergirtin, li gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê di şer de gelek leşkerên Tirk û çeteyên wan hatine kuştin. Şer hîn jî dewam dike.

Li gel bombardûmana li ser gundê Mişêrfê her wiha balafirên bêmirov ên biçek jî li ser herêmê digerin.