ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji Serkonsolosiya Zurichê daxuyaniya li ser hilbijartinan
Serkonsolosiya Zurichê, da xuyakirin ku di navbera 8-31'ê Gulana 2014'an de wê li sindoqên li avahiya Serkonsolosiya Zurichê werin danîn re, deng karibin bên bikaranîn. -
Li Gavle komîsyona hilbijartinê hat avakirin
Navenda Gelê Kurd a Demokratîk a Gavle, ji bo Kurdistaniyan teşwîqî bikaranîna dengan di hilbijartinên giştî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bike û destekê bide HDP'ê, komîsyoneke hilbijartinê ya ji 6 kesî ava kir. -
Koleyên modern ên Swîsreyê penaber
Parlamenter û hiqûqnas Sîbel Arslan polîtîkayên nîjadperest ên di salên dawî de li Swîsreyê li ser biyaniyan tê pêşxistin nirxand û got: “Li welat ji bo sedema her polîtîkaya şaş biyanî tên nîşandan.” -
Li Myanmar şer: Bi deh hezaran kesan malên xwe terk dikin
Li eyaleta Shan a li bakurêrojhilatê Myanmar ê li sînorê Çînê, di navbera hêzên hikûmetê û Kokang ên bi eslê Çînî de, ev hefteyeke şer û pevçûn didomin, gelek kesan jiyana xwe ji dest da. -
Demîrtaş: Wezîfeya hikûmetê ya ji 10 xalan heye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş diyar kir ku li Îmraliyê li ser 10 xalan hatiye axivîn û divê hikûmet di çarçoveya van xalan de gavê biavêje. -
ÎHD: Di sala 2014'an de 2082 caran mafên zarokan hatin binpêkirin
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê 'Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a sala 2014'an' bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re aşkera kir. -
Demîrtaş: Mîrateya Ozgecan, rûbirûbûna bi zîhniyetê mêr re ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş nerazîbûn nîşanî qetilkirina jinan da û ji mêran re got, "Feraseta hukmê li jinê dike konforê nade mêr. Berevajî, ev feraset mêr dike kole." -
Boko Haram bajarek şewitand
Endamên Boko Haram, bajarê Askîra Ûba yê eyaleta Borno ya Nîjerya bi dest xistin. Hat diyarkirin ku Boko Haram tevayî maşên bajarê Askîra Ûba şewitandine. -
'Li girtiyên nexweş û zarokên girtî yên li Wanê zext tê kirin'
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, der heqê binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên Wanê de, pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kir. -
Dostê Kurt Martîn Dolzer li meclîsa Hambûrgê ye
Encamên dawî yên hilbijartinên Eyaleta Hambûrgê, ku di roja Yekşemê de pêk hat, hatin aşkerakirin. -
Cansû Ozdemîr ji wezîran bêhtir deng stend
Siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr a di hilbijartinên duh ên li Eyaleta Hambûrgê de carake din bû parlamenter, ji hin wezîran bêhtir deng stend. Ozdemîr di dengên tercîhkirî de li dû serokên partiyên li eyaletê dengên herî zêde bi dest xist. -
Sefîrê Elmanya Şaredariya Amedê ziyaret kir
Sefîrê Enqereyê yê Komara Federal a Elmanyayê Dr. Thomas Kurz, serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli kir. -
Li Hollandayê HDP'yiyan dest bi xebatên hilbijartinê kirin
Di civîna hilbijartinê ya li Hollanda de hat destnîşankirin, ku ji bo bindestan divê HDP bi xurtî cihê xwe li parlamentê bigire û serenavên xebatên di vî warî de werin meşandin, hatin diyarkirin. -
Yuksekdag: Ez zaroka kolanê ya siyasetê me
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku motîvasyona di têkoşîna şoreşger de romantîzma şoreşger e û got: “Ji bo min HDP cihê ku têkiliyên rast ên di jiyana reel, xeyal û daxwazê de hatine gel hev e.” -
Di navbera Lîbya û Îtalyayê de di rojekê de 2.164 penaber hatin 'rizgarkirin'
Tevî mercên neyînî yên demsala zivistanê û pêlên bilind ên deryayê jî, herikîna penaberan li Derya Spî dewam dike. Di navbera Lîbya û Îtalyayê de bi tenê duh zêdeyî 2 hezar kes ji fetisînê hatin rizgarkirin. -
Kurkçu: Em amade ne bi Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî bikevin hilbijartinê
Parlamenterê HDP'ê û Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku ew amade ne bi Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî bikevin hilbijartinan û li benda bersiva wan in. Kurkçu destnîşan kir ku ji nav û vîtrînê wêdetir, bikaranîna momentûmê girîng e. -
Polîs li Amedê li dû provokasyonê ye
Li Amedê polîs, bi komên ji 100 kesî ji sê baskan ve meşeke provokatîf lidar xistin. -
Gysî: Ocalan sembol e, divê serbest bê berdan
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê Serokê Partiya Çep a Elman Gregor Gysî yê Navenda Civaka Demokratîk ziyaret kir got, “Abdullah Ocalan semboleke, ne tenê Kurd gelek alî dixwazin serbest bê berdan, em jî vê daxwazê dikin.” -
TMMOB li dijî guhertina nû ya qanûnî meşiya
Desteya Koordînasyona Amedê ya TMMOB'ê, li dijî Qanûna nû ya TMMOB'ê ku tê payîn li meclîsê bê qebûlkirin, meşek lidar xist. Desteya Koordînasyona Bajêr da xuyakirin ku ew ê beşdarî meşa li Enqereyê bibin. -
Aksoy: Li girtîgehan nexweşiyên şewbê zêde dibin
Parlamenterê HDP'ê Aksoy da xuyakirin, ku ji ber girtiyên nexweş di dema pêwîste baş de nayên tedawîkirin, li girtîgehan nexweşiyên kanser, tuberkuloz, şîzofrenî û hepatît zêde bûne. -
Sancar: Divê dewlet ji bo azadiya Ocalan bikeve nava tevgerê
Rojnamevan- akademîsyen Mîthat Sancar Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, îstîfaya Hakan Fîdan û Pakêta Ewlehiya Hundir ji ANF’ê re nirxand. -
21 baroyan bang li AKP'ê kirin: Pêşnûmeyê vekişîne
21 baroyên nerazîbûn nîşanî 'Pakêta Ewlekariyê ya Hundirîn' a AKP'ê dan, diyar kirin ku bi pêşnûmeyê re wê mafê jiyanê bê binpêkirin û sûcên dewletê bi qanûnan bê parastin. Baroyan bang li hikûmetê kirin, ku pêşnûmeyê vekişîne. -
Li Belçîkayê 45 endamên DAIŞ û El Nûsrayê hatin cezakirin
Di dadgeha li bajarê Belçîka Antwerpenê de, dadger li 45 ji 46 endamên rêxistina bi navê Sharia4Belgium (Ji bo Belçîka Şerîat), ji 3 heta 12 salan cezayê girtîgehê birî. Dadgeha Belçîkayê hikum da ku ev kom 'rêxistina terorê' ye. -
Greenpeace: Divê ‘pakêta ewlehiya hundir’ bê rakirin
Greenpeace, da zanîn ‘Pakêta ewlehiya hundir’ mafên sereke jî wê bîne asta nekare bê bikaranînê û got pêşnûme li dij mafê mirovane û divê şûnde bê kişandin. -
Ne êrîşkarê gorê, yên êrîş şermezarkirin ketin ber dozê
Li navçeya Erdexan Golanê, li 20 kesên biryara Walîtiyê ya ji bo xerakirina "Şehîdgeha Şehîd Ahmed Guler" a ji gorên gerîlayên ARGK'ê, bi girtina rê protesto kirin, bi daxwaza 30 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.