Koleyên modern ên Swîsreyê penaber
Parlamenter û hiqûqnas Sîbel Arslan polîtîkayên nîjadperest ên di salên dawî de li Swîsreyê li ser biyaniyan tê pêşxistin nirxand û got: “Li welat ji bo sedema her polîtîkaya şaş biyanî tên nîşandan.”
Parlamenter û hiqûqnas Sîbel Arslan polîtîkayên nîjadperest ên di salên dawî de li Swîsreyê li ser biyaniyan tê pêşxistin nirxand û got: “Li welat ji bo sedema her polîtîkaya şaş biyanî tên nîşandan.”
Li Swîsreyê ku wek welatê navenda demokrasiyê û cihê refahê tê zanîn, dema mijar dibe biyanî her tişt berevajî dibe. Parlamenter û hiqûqnas Sîbel Arslan polîtîkayên nîjadperest ên di salên dawî de li Swîsreyê li ser biyaniyan tên pêşxistin nirxand û got: “Li welat sedema her polîtîkaya şaş biyanî tên hilbijartin. Bi van polîtîkayan nîjadperestî her tim di rojevê de tê hiştin.”
Li Ewropayê her diçe dijminahiya li dijî biyaniyan zêdetir dibe û li Ewropayê di demên dawî de bi taybet jî avabûnên wek Pegîda weke ku ji van polîtîkayên nîjadperest yên hikûmetê re xizmetê dikin, polîtîkayan hildiberînin û vê jî bi biyaniyên li Ewropayê dijîn re fikar çêkiriye. Yek ji van cihan jî Swîsre ye.
8 mîlyon nifûsa welat heye û du mîlyon jê biyani ne û ji ber vê jî biyanî wek potansiyela sûc tên nîşandan. Ji aboriya welat bigirin heta gelek qadê biyaniyên ku piştgiriyek mezin didin aboriya welat, her carê dibin hedef û ev jî rê li ber fikaran vedike.
Swîsre ji ber van pêkanînên xwe ji DMME’ê mahkum bû û ji ber ket nava welatên ku saziyên mafê mirovan şopandiye jî, dest ji pêkanînên li ser biyaniyan bernadin.
Ev pêkanînên li ser biyaniyan ku li welat her diçe mezin dibe, me bi parlemantera Kantona Basel a partiya BastA-Keskan û hiqûqnas Sîbel Aslan re axivî.
BIYANÎ DIBIN HEDEF
Li Swîsreyê çima penaber her tim di rojevê de ne?
Dema mirov li welatên Ewropa dinêrin mirov dikarin bêjin ku ji bo serê hinek mijaran bigirin û hedefê ji nedîtî ve bê tê kirin. Dibe ku di qada polîtîk de ji bo bala mirovan bikişînin ser hinek tiştên din, tê kirin. Polîtîkaya Swîsreyê ya li ser penaberan jî wisa bi teşe dibe. Li welat biyanî û penaberan dikin sedema her polîtîkayên şaş. Li ser biyaniyan pêşxistina polîtîkayê pir hêsan û bi bandor e. Tirsê diafirîne. Bi van polîtîkayan mirovan zû bi bandor dikin.
Ev polîtîka ji hinek aliyan ve bi zanebûn tê kirin. Li welat di sê mehan carekê de diçin referandumê. Di nava mijaran de herî kêm yek der barê penaberên welat e. Vê mijarê di rojevê de dihêlin û dixwazin zêdetir rojevî bikin.
Demokrasî ne ji bo her kesî ye?
Em çiqas behsa welatekî demokratîk bikin jî li holê meseleya hêzê heye. Mafê dengbûnê, tê wateya xwedî hêzê. Ji ber vê jî yên xwedî dengan, bi hêz û yên bi hêz her tim der barê qelsan de biryarê didin. Qanûna tê derdxistin li gorî demokrasiyê pêşkêşî gel tê kirin. Lê penaberên ne xwedî mafê bikaranîna dengê wê çawa xwe biparêze yan jî ji qanûnê re bêje bes e. Her çiqas di vê mijarê de xebata me hebe jî gelê ku dengan didin naxwazin mafê bikaranîna dengan bidin penaberan. Li welat ji sêyan yek penaber e û divê ev li ber çavan bê dîtin. Beşek mezin a vê girseyê ne mijara gotinê ye. Demokrasî li vir tê sînor.
Polîtîkaya niha tê meşandin çi ye?
30-40 sal berê li ser hevcedariya hêza kar ji karkerên biyanî re derî hatiye vekirin û her mayîna biyaniyan tenê hatiye xwestin ku bixebitin. Ew polîtîkaya wê rojê îro di her carê de tê pînekirin û guhertin. Îro dîsa ji penaber tê xwestin ku bixebitin û ji bo maf bidest bixin şertên mezin datînin holê. Di rastiyê de jî em dikarin wisa bêjin, polîtîkaya penaberiyê bi awayekî sîstematîk şaş tê meşandin. Penaberan tenê xebat tê xwestin û bi taybet jî li dijî penaberên ku di dema dawî hatine, nêzîkatiyek cuda heye. Ev jî li ser polîtîka û daxwazên şaş pêk tên. Ger ji penaber ziman bê xwestin divê şert û mercên vê bên afirandin. Min pêşniyarî parlamentoyê kiribû ku kursa Elmanî bê dayîn. Ev bi dengdayîna gel hat qebûlkirin.
ŞERT Û MERC GIRAN IN
Li ser îltîcayan polîtîkayek çawa tê meşandin?
Swîsre di vê mijarê de divê rastî jî gelek pêş bikeve. Bi vê pêkanînê re polîtîkayek têkçûnê tê meşandin. Penaberên li welatê xwe di şert û mercên zehmet de dijîn û welatê xwe terk dikin li vir jî bi polîtîkayên şaş xesarên mezin li ser wan çêdibin. Demek kurt ji bo pêvajoya îltîcayê hatiye dayîn û ev jî têr nake ku mirov ewraqên xwe temam bikin.
Wekê ku îltîca ji bo karên qirêj hatine vî welatî polîtîka tên meşandin. Bi guman lê dinêrin. Di serlêdana destpêkê de di şert û mercên xerab de tên girtin. Di kampên bin erdê de bi rojan dimînin. Ketin û derketinên van kampan diyar in. Derdora wan ne paqij e. Alîkariyê nadin pirsgirêkên wan ên psîkolojîk.
ALÎKARIYA DIGIRIN JI BO JIYANÊ TÊR NAKE
Alîkariya ji bo îltîcaya tê kirin têr dike?
Na. Ji bilî cihdayînê alîkariya tê kirin di navbera 300-500 Frankî de ye. Ji bo kesên mafê rûniştinê hatiye dayîn jî 900 Frank tê dayîn. Bi vî pereyî kesek nekare li Swîsreyê bijî. Herî kêm serî kesî hewcedarî bi 4000 Frankî heye. Dema rewş wisa be şertê jiyanê li vî welatî gelek kêm e.
HINEK SÛCAN TENÊ BIYANÎ DIKARIN BIKIN
Polîtîkayeke ku wek penaber sûc dikin tê kirin ev rast e?
Li welat hinek qanûn hene, weke ku biyanî sûc dikin tên nîşandan. Dema li îstatîstikan tê mêzekirin ferqa mezin tê dîtin. Ev ferq ji hinek qanûnan pêk tê. Mînak sûcekî ku Swîsreyîyek sûc dike tine. Tenê penaber û biyanî dikarin vî sûcî bikin. Gelek sûcên dişibin vê hene. Dema rewş wisa be hinek vê wek amûra siyasî bikar tînin.
DI KARÊN GIRAN DE DIXEBITÎNIN
Dij propagandayeke din ev e ku biyanî girêdayî saziyên civakî dijîn?
Mirovên ku bi slaan di şertên xerab de xebitîne piştî demekê nekarin bixebitin. Mînak li vî welatî ji sedî 90 kesên di karê paqijiyê de dixebitin biyanî ne. Yên vî karî dikin piştî demekê nekarin bixebitin. Piştî demekê ji ber nekarin kar bibînin neçarin alîkariya civakî bigirin û girêdayî xizmetên civakî dimînin. Ligel vê sedemên rewşê lêpirsîn nakin û tenê dij propagandayeke ku encamê dinirxîne dikin. Nabêjin çima ev mirov kar nabînin, çima tenduristiya wan ji bo kar ne di cih de ye. Piştgiriya penaberan ya ji bo aboriya welat ji 3’an yeke.
PIRANIYA PARTIYÊN ÇEP HEVKARÊ VAN POLÎTÎKAYAN E
Gelo rola partiya çep ya di polîtîkayên li dij penaberan pêk tê çiye?
Ji bilî çend partiyên çep hemû partiyên din piştgiriyê didin van polîtîkayên li dij penaberan pêk tê. Li Swîsreyê gelek partiyên polîtîkayan dikin ne bi cesaret in. Dema mijar bibin biyanî dibin parçeyê vê. Bi daxwaz an jî ne daxwaz. Helwesta partiyên rastgir ji xwe zelal e.
HEBÛNA PEGÎDA TEHDÎD DIKE
Hûn Pegîdayê çawa dinirxînin?
Ev rêxistina li Elmanyayê derketiye holê li gelek welatan hebûna xwe dide hîskirin. Her çiqas daxwazek wan a zelal tine be jî divê cidî bên girtin û bi van re hevdîtin bêkirin. Hinek kesên di nava partiyên rastgir de diyar kirin ku wê pişrgiriyê bidin vê rêxistinê. Li Swîsreyê jî hene. Ez ne bawer im ku Pegîda weke li Elmanyayê li Swisreyê mezin bibe. Pegîdayê biyanî xistiye fikaran. Li dijî vê divê polîtîka bên pêşxistin û daxwaz bên lêpirsînkirin.
DIVÊ BIYANÎ BIBIN YEK
Li dijî van polîtîkayan divê rola biyaniyan çi be?
Gelek biyanî hê li dijî van polîtîkayan bêdeng in. Nekarin xwe rêxistin bikin. Penaberên hinek pêvajo derbas kirine jî dibêjin ez xilas bûm. Xwe ji pirsgirêkê dûr digirin. Qanûnên der barê wan de derdikevin naşopînin. Nabin xwedî helwest. Lê penaberên li vî welatî dijîn divê bibin yek. Divê rola xwe bilîzin.