Li Myanmar şer: Bi deh hezaran kesan malên xwe terk dikin

Li eyaleta Shan a li bakurêrojhilatê Myanmar ê li sînorê Çînê, di navbera hêzên hikûmetê û Kokang ên bi eslê Çînî de, ev hefteyeke şer û pevçûn didomin, gelek kesan jiyana xwe ji dest da.

Li eyaleta Shan a li bakurêrojhilatê Myanmar ê li sînorê Çînê, di navbera hêzên hikûmetê û Kokang ên bi eslê Çînî de, ev hefteyeke şer û pevçûn didomin, gelek kesan jiyana xwe ji dest da.

Bi deh hezaran kes neçar man malên xwe terk bikin. li gor daxuyaniya roja Duşemê ya Çînê ji 9’ê Sibatê ve bi 30 hezar kes neçar man malên xwe terk bikin, sînorê Çîn- Myanmar derbas kirin û xwe spartin Wilayeta Yunnag.

Li gor çapemeniya Myanmar, nêzî 2 hezar kes jî reviyan nav welêt.

Di daxuyaniya hikûmeta Myanmar a roja Duşemê de hat gotin ku wê li herêma bakurêrojhilatê Kokang operasyon bidomin.