'Li girtiyên nexweş û zarokên girtî yên li Wanê zext tê kirin'
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, der heqê binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên Wanê de, pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, der heqê binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên Wanê de, pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Uçer da xuyakirin li Girtîgeha Tîpa, Girtîgeha Tîpa F yên Wanê û Girtîgeha Tîpa K1 a Payîzavayê, zarok jî di nav de mafên girtiyan tên binpêkirin.
Uçer di vê der barê de pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kir.
'RASTÎ DESTDIRÊJIYA FÎZÎKÎ TÊN, SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAYÊN KIRIN'
Uçer diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê, rêveberiya girtîgehê zext û êrîşên çavtirsandinê, tehrîqkirinê, destdirêjiya fîzîkî û nebirina nexweşxaneyê li girtiyên zarok dike. Uçer da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi rêk û pêk hewl dide zarokan bike ajan û bi awayekî kêfî zarokan dişînin girtîgehên dûrî Wanê, ku bi vî rengî ji malbatê dûr dikevin. Uçer da xuyakirin ku ji ber zextên mijara gotinê zarokên bi navê R.K., P.Y. û G.K. travmayeke giran derbas kirine.
'QANÛNA POŞMANIYÊ' TÊ FERZKIRIN
Uçer ragihand ku li Girtîgeha Tîpa K1 a Payîzavayê, Mehmet Emîn Akdag û 4 girtiyên din, ji ber ku 6 meh ji bidawîbûna cezayê wan re mane li gorî guhertina nû ya qanûnî divê serbest werin berdan û anî ziman ku Dozgerê Girtîgehê sûdwergirtina 'Qanûna Poşmaniyê' li ser wan ferz dike.
LI GIRTIYÊN NEXWEŞ MÛAYENEYA DEST KELEPÇEKIRÎ
Uçer da xuyakirin ku girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê, di dema pêwîste de nayên sewqkirin û diyar kir, ku di heman demê de mûayeneya dest kelepçekirî li wan tê kirin.
Uçer ê HDP'yî ji Wezîr Bozdag pirsî ku ji bo rakirina van binpêkirina mafên mirovan, ew ê bikevin nava hewldanan an na.