ROJANE
Hemû Nûçe
-
Gerger: Tirkiyeya berê welê hilweşiya ku nema dikare rabe ser xwe
Di dawiya hefteyê de li bajarên Elmanya Altoberhausen û Munsterê, komeleyên Elewiyan geşedanên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, pêvajoya hilbijartinê û rewşa Elewiyan nîqaş kirin. -
Li Kîel û Rostockê ji bo HDP'ê komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin
Bi armanca destekkirina HDP'ê di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de, li bajarê Kîel ê eyaleta Schleswig Holstein û li bajarê Rostock ê eyaleta Mecklenburg-Vorpommern ên Elmanyayê komîsyon hatin avakirin. -
Cansû Ozdemîr ji bo hevserokatiya komê hat hilbijartin
Siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr a cara duyemîn ket Parlamenta Eyaleta Hamburgê, ji bo Hevserokatiya Koma Partiya Çep hat hilbijartin. -
Partîzan destekê dide HDP'ê
Partîzan da xuyakirin, ku ew ê di hilbijartinên parlamenteriyê yên 7'ê Hezîranê de destekê bide HDP'ê. -
'DAIŞ mozaîka gelan dişkîne'
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Rizgariya Jinûve ya Sosyalîst Tulay Hatîpogullari diyar kir ku hêzên tarî dixwazin bi destê DAIŞ’ê provokasyonên mezin pêk bînin, lê lîstika wan ji aliyê gelan ve hatiye pûçkirin. -
Li Elmanyayê xebatên hilbijartinê dewam dikin
Bi armanca destekkirina HDP'ê û birêxistinkirina xebatên hilbijartinê li Frankfurtê civînek hat lidarxistin. Bi heman armancê li bajarên Freiburg û Stuttgartê jî civîn pêk hatin. -
Êrîşên DAIŞ’ê di rojeva parlamenta Swêdê de ye
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî gundên Asûrî, di rojeva meclîsa Swêdê ya ku nêzî 100 hezar Asûrî-Suryanî lê dijîn de ye. -
Li Toulouse konferansa Kobanê
Li bajarê Toulouse yê Fransa 18 rêxistinên Kolektîfa Piştevaniya bi Kobanê re paneleke bi mijara Kobanê li dar xistin. -
Armanca HDP'ê li Elmanyayê bidestxistina 200 hezar dengî ye!
HDP'ê li Elmanyayê, ku welatê Ewropayê yê herî zêde Kurd lê dijîn e, bi navendên hilbijartinê re lez da xebatên xwe. Hevseroka NAV-DEM'ê Dîlek Satilmiş diyar kir, ku armanca wan bidestxistina 200 hezar dengî ye. -
Yaşar Kemal jiyana xwe ji dest da
Nivîskar Yaşar Kemal ji ber nexweşiya dil û nefes girtinê li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. -
NAV-DEM'ê ji ber ‘qedexeya PKK’ê’ nerazîbûn nîşanî Keskan û SPD da
Hevseroka NAV-DEM’ê Koç li hember SPD û Keskan ku di Parlamentoya Elmanya ya Federal de xwestin qedexeya li hember PKK’ê berdewam bike nerazîbûn nîşan da. -
Li Parîs'ê civîna Sûriyeyê ya 'bê Kurd'
Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ya bi piştgiriya dewletên rojavayî û komîteya koordînasyonê ya wek muxalefeta hundir tê naskirin, li paytexta Fransa Parîsê hatin gel hev. Lê Kurd dawetî civînê nehatin kirin. -
Li Hannover rejîma Îranê hat şermezarkirin
Di çalakiya Hannover a dewleta Îranê hat şermezarkirin de, ji bo derdorên navneteweyî peyama, “Bêdengiya we ji hevkariya we ye” hat dayîn. -
HDP û hikûmeta AKP’ê daxuyaniyek hevpar dan
Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê û rêveberên hikûmetê, der barê pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyek çapemeniyê ya hevpar dan. -
Hevdîtina HDP-Akdogan destpê kir
Heyeta Îmraliyê ji bo bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hevdîtinê bike çû Ofîsa Serokwezîr a Dolmabahçeyê. Çavlirê ye heyet û Alîkarê Serokwezîr Akdogan bi hev re daxuyaniya hevpar bidin. -
Şefê polîs xwe gihand pirsgirêka PKK’ê!
Li Meclîsa Federal tişteke yekem car pêk hat. Qedexeya PKK’ê ya 22 salan cara yekem rojek beriya li desteya giştî hat nîqaşkirin. -
Divê Swêd ji bo cînayeta Palme lêborînê ji Kurdan bixwaze
Nivîskar-lêkolînerê Kurd Şoreş Reşî ku bi salan cînayeta Olof Palme lêkolîn kir û der barê mijarê de pirtûk nivîsand, diyar kir ku dewleta Swêdê bi zanebûn hewl daye ku cînayeta Palme biavêje ser milê tevgera azadiya Kurd. -
Ez ne ji bo nivîsandina şer, ji bo nivîsandina aştiyê li Amedê me
Rojnamegera Hollandî Frederîke Geerdînk li Amedê dijî û meha buhrî ji ber nivîsên ku di çapemeniya civakî de nivîs û ji ber hinek nûçeyan hat binçavkirin, di 8’ê Nîsanê de bi sûcdariya ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ wê derkereve pêşberî dadger. -
Ji Dadgeha Destûra Bingehîn biryara Tûncel
Dadgeha Destûra Bingehîn, îtîraza Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel a têkildarî doza ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn nirxand. -
Li Kayseriyê karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li Kayseriyê karkerî ji ber profîla lûleyê li sînga wî ket, jiyana xwe ji dest da. -
UNESCO li dijî qetlîama çand û dîrokê ya DAIŞ dike, banga lezgîn kir
Li Mûsil a di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye, qetlîama çandî dewam dike. Rêxistina Çand û Zanistên Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) banga civîna lezgîn li Konseya Ewlekariyê kir. -
Li Bazîdê 3 leşker hatin kuştin
Hat ragihandin, ku li Bazîdê leşkerekî ji ber sedemeke ne diyar 3 leşker kuştiye. -
Zekaya sûnî: Kompîtura ku xwe bi xwe hîn dike hat hilberandin
Şîrketa DeepMînd a aîdî Googlê ye, zekayeke sûnî ya ku dikare bi xwe hîn bike û di hinek lîstikên vîdeoyê de dikare mirovan têk bibe hat pêşxistin. -
Talankirina xezîneyê ji aliyê Turgevê ve didome
Derket holê ku Yurda TURGEV a Şîşliyê ku di 25’ê Sibata 2015’an de vekirina wê ji aliyê kurê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, Bîlal Erdogan ve hat kirin, bêusûl hatiye bikaranîn. -
Berbazê tê îdîakirin îxbara TIR'ên MÎT'ê kiriye hat girtin
Di lêpirsîna li ser sekinandina TIR'ên MÎT'ê yên li Kirikhanê de, berbaz H.A. ê tê gotin îxbar kiriye hat girtin.