Sancar: Divê dewlet ji bo azadiya Ocalan bikeve nava tevgerê
Rojnamevan- akademîsyen Mîthat Sancar Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, îstîfaya Hakan Fîdan û Pakêta Ewlehiya Hundir ji ANF’ê re nirxand.
Rojnamevan- akademîsyen Mîthat Sancar Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, îstîfaya Hakan Fîdan û Pakêta Ewlehiya Hundir ji ANF’ê re nirxand.
Rojnamevan- akademîsyen Mîthat Sancar Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, îstîfaya Hakan Fîdan û Pakêta Ewlehiya Hundir ji ANF’ê re nirxand. Sancar destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya dihat armancakirin ku siyaseta Kurd teslîm bigirin û îradeya gelê Kurd bişikîne bi sekna biryar û sebr a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan berê têk çûye û got: “Divê dewlet li gorî rola lîderbûna siyasî ya Ocalan, şert û mercên wî yên girtîgehê qet nebe li gorî hepsa malê sererast bike, ji bo azadiya wî jî bikeve nava tevgerê.” Sancar got ku îstîfakirina Hakan Fîdan a ji musteşarjiya MÎT’ê wê bandorê li pêvajoya çareseriyê neke û êdî derbasî pêvajoya muzakereyê bûne, ev pêvajo divê ne burokrat, rasterast nûnerên siyasî bimeşînin.
REWŞA AWARTE YA FÎÎLÎ LI BER DERÎ YE
Sancar, encamên Qanûna Pakêta Ewlehiya Hundir nirxand, diyar kir ku pêşnûmeqanûn bi zîhniyeta polîs hatiye amadekirin û got: “Ev qanûn tenê li gorî feraseta polîs û asayîşê ye û ev jî li ser demokrastî û aştiya civakê tehdîdê ava dike. Bi vê pakêta ewlehiyê re destê amîrê îdarî bi hêz dike û rayeyên bi keyfî tên dayîn. Ev jî nîşan dide ku wê rewşa awarte (OHAL) li ber deriye.”
Sancar destnîşan kir bêyî ku OHAL bi biryara meclîsê bê îlankirin, dixwazin di fîîliyatê de bikin meriyetê û got: “Bi kurtasî dixwazin OHAL’ê biafirînin. Li Tirkiyeyê jixwe rayeyên berfireh didin polîsan. Ji ber vê yekê gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn. Dema rewş wisa be, bi navê vê pakêtê de zêdekirina rayeyan gelek xeter e. Înfazên bêdaraz, binçavkirinên keyfî û îşkence li ber deriye. Di atmosferek wiha de pêkanîna aştiyê ne mimkun e.
Bêguman ev pakêt wê bandorê li pêvajoya çareseriyê bike. Wê li Cizîr, Licê, Gimgim û Kurdistanê bûyerên dijwartir derkevin holê. Hikûmet lîstikek xeter dilîze. Li şûna vê feraseta polîsî ye, otorîter, faşîzan divê pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê pêvajoyê de pêk bên.”
DIVÊ NÛNERÊN SIYASÎ PÊVAJOYÊ BIMEŞÎNIN
Sancar diyar kir ku ew tevlî şîroveyên wekê ‘Hakan Fîdan îstîfa kir wê bandorek neyênî li pêvajoyê bibe’ nabe û anî ziman ku Hakan Fîdan wek burokratekî rola xwe ya siyasî dilîst û di pêvajoya çareseriyê de karên girîng kiriye, lê êdî pêvajo hatiye asta muzakereyê, ji ber vê jî divê ne burokrat, nûnerên siyasî yên hikûmetê pêvajoyê bimeşînin. Sancar wiha berdewam kir: “Ger îstîfaya Hakan Fîdan ji bo cihgirtina hikûmetê û di nava AKP’ê de cih dabin vê wê demê Hakan Fîdan bi nasnameya xwe ya siyasî wek wezîrekî dikare di pêvajoya çareseriyê de cih bigire. Lê ger armanca îstîfaya Fîdan ne wisa be û nebe parlamenter, eger AKP qezenc bike wê rasterast rayedarên siyasî di pêvajoyê de cih bigirin.”
KOMPLO BI SEKNA OCALAN VALA HAT DERXISTIN
Sancar Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê jî nirxand û got ku komplo bi giştî têk çûye û da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya ku armanc dikir tevgera siyasî ya Kurd teslîm bigire û îradeya gelê Kurd bişikîne, sekna xwe ya biryar û sebr bi salan berê têk biriye û got: “Ocalan li girtîgehê di bin şert û mercên dijwar de bi sebrek mezin komplo vala derxist. 16 sal piştî komployê tevgera siyaseta Kurd xurtir e û Ocalan îro hem li Tirkiyeyê û hem jî li qada navneteweyî lîderekî siyasî yê îtîbarê dibîne ye. Hevsengiyên Rojhilata Navîn, di diyarkirina siyaseta cîhanê de tevgera siyasî ya Kurd û Ocalan bûne aktorên girîng. Kurd gelek xurt bûne. Ji ber vê jî Komploya Navneteweyî jixwe têk çûye.” Sancar di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê demildest şert û mercên Ocalan qet nebe di asta hepsa malê de bên sererastkirin û divê dewlet ji bo azadiya wî demildest bikeve nava hewldanan.