Tevî mercên neyînî yên demsala zivistanê û pêlên bilind ên deryayê jî, herikîna penaberan li Derya Spî dewam dike. Di navbera Lîbya û Îtalyayê de bi tenê duh zêdeyî 2 hezar kes ji fetisînê hatin rizgarkirin.
Li gorî nûçeyên medya Îtalyayê ku agahiyên xwe dispêre yekîneyên ewlekariya peravê, duh li peravên Girava Lampedûsa ya di navbera Lîbya û Îtalya de, herî kêm 12 keştiyên penaberan hatin bi destxistin. Hat ragihandin ku li van keştiyan 2 hezar 164 penaber ji bo derbasî Îtalyayê bibin, hebûn.
Li gorî agahiyan, keştiyên mijara gotinê bi dehan mîlê deryayê dûrî peravên Lîbyayê hatine tespîtkirin.
Ji bo derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bibin, par di ser Derya Spî re zêdeyî 170 hezar penaber hatibûn Îtalyayê. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di sala 2014'an de 3 hezar 400 penaber li Derya Spî fetisîn, jiyana xwe ji dest dan.
Di nava 20 salênd awî de tê texmînkirin ku hejmara koçberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane, bi qasî 25 hezar e.