ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Marsê bi qasî okyanûseke mezin av hebû
Lêkolînên li ser hebûna av û jiyanê ya li Marsê, roj bi roj zêde dibin. Derket holê ku li gerstêrka sor, demekê bi qasî mezinahiya Atlantîk, av hebû. -
Çeteyên DAIŞ'ê Nemrûd a antîk bi buldozeran hildiweşînin
Dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê, Nemrûd a antîk a li Iraqê bi buldozeran hildiweşînin. -
HDP’ê êrîşa AKP'yiyan bir DDB Û DMME
Parlamenterê HDP’ê Kaplan, êrîşa AKP’ê ya li Meclîsê bir DDB û DMME. Kaplan, got ku AKP’yiyan teror meşandine û dîmenên parlamenterên êrîş kirine û razane kir dosyaya serlêdanê. -
Wekîlê Elman Aken: Kobanê bi vê alê azad bû
Biryara rakirina mafê 'destlênedanê' ya parlamenter Nicole Gohlke ya ji ber rakirina ala PKK'ê, li Meclîsa Federal hat qebûlkirin. Ji bo protestokirina vê biryarê wekîlê Partiya Çep Jan Van Aken ala PKK'ê vekir û got, "Kobanê bi vê alê azad bû." -
HDP'ê ji Meclîsê xwest li Zanîngeha Çewlikê lêkolînê bike
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken, der heqê nelirêtî û zextên li Zanîngeha Çewlikê de ji Meclîsê xwest lêkolînê bike. -
Li Kolnê ekîba ji 327 kesî ji bo HDP'ê dixebite
Li Kolnê bi ekîbeke ji 327 kesî re xebatên hilbijartinê bi berfirehî tên meşandin. -
Çeteyên DAIŞ'ê 5 Elewî qetil kirin
Çeteyên DAIŞ'ê avêtin ser gundekî li bejahiya Hamayê û 5 Elewiyên sivîl qetil kirin. -
Balafireke din a leşkerî ket xwarê: 2 pîlot mirin
Li Konyayê di 'Tetbîqata 2015 a Bazê TURAZ' de balafireke şer ket xwarê û 2 pîlot mirin. -
Ulusoy: Ji bo pêvajoyê têkoşîn wê bidome
Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy, ji bo daxuyaniya ku hevpar a HDP û AKP'ê ya li ser pêvajoyê got: “Hikûmet, li pêşberî hêza têkoşîna azadî û aştiyê, li pêşberî asta nû ya têkoşîna gelê Kurd, neçar ma vê daxuyaniyê bide.” -
Li Toronto komîsyona hilbijartinê hat avakirin
Navenda Civaka Kurd a Toronto, ji di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destekê bide HDP'ê, dest bi kar kir. -
Endamekî DAIŞ'ê li Dusseldorfê hat binçavkirin
Li Elmanyayê, li hemberî kesên ji Sûriye û Iraqê ji nava rêxistinên çete vegeriyane, operasyon dewam dikin. Çeteyekî endamê DAIŞ'ê yê ji Balafirgeha Dusseldorfê ket hundirê welêt, bi biryara dozgeriyê hat binçavkirin. -
'Dest ji barbariyê berde, ji bo pêvajoyê gavê biavêje'
Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Tirkên Afro Yalçin Yanik bal kişand ser daxuyaniya HDP'ê ya bi Hikûmeta AKP'ê re kir û ji hikûmetê xwest, ku der heqê 10 xalan de gavê biavêje û 'Pakêta Ewlekariya Hundir' betal bike. -
Li Toronto ji bo hilbijartinan komîsyon hatin avakirin
Bi armanca piştgiriya ji HDP’ê re li Toronto komîsyon hatin avakirin. -
Li Hamburgê xebatên hilbijartinê dewam dikin
Li bajarê Elmanya Hamburgê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk civînek bi mijara hilbijartinê hat lidarxistin. -
Hikûmeta Iraqê: 97 bajarok û navçe ketin bin kontrola me
Wezareta Karên Hundir a Iraqê der barê operasyonên ev çend roj in li eyaleta Selahaddînê tê meşandin de daxuyaniyek da û ragihand, ku navçe û bajarok jî di nav de 97 wargeh ji nû ve ketine bin kontrola wan. -
'Bihara Ereb bi kêrî Îsraîlê hat'
Ji Yekîtiya Komîteya Jinên Fîlîstînê (UPWC) Abeer Abukheir, di axaftina xwe ya li 'Konferansa Aştiya Rojhilata Navîn' a KESK'ê de diyar kir, ku 'Bihara Ereb' a hêvî da tevahiya Rojhilata Navîn prjojeya DYA ye. -
Yaşar Kemal li Stockholmê hat bîranîn
Nivîskar Yaşar Kemal ê di 28'ê Sibatê de li nexweşxaneyeke Stenbolê ya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li Pirtûkxaneya Kurd a li paytexta Swêd Stockholmê hat bîranîn. -
Li Marsîlyayê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê xebatên xwe didomîne
Li başûrê Fransayê bajarê Marsîlyayê, komîsyona hilbijartinê ya ji bo hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê hat avakirin, xebatên xwe yên xwegihandina hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li herêmê dewam dike. -
Li Dêrsimê ji bo bîranîna Ozgecan polek hat avakirin
Xwendekarên Zanîngeha Bahçeşehîr a Stenbolê, bi hatineyên ji kermesan li Dêrsimê li ser navê Ozgecan Aslan pola komputerê ava kirin. -
Hêzên Iraqê ber bi Tîkrîtê ve bi pêş ve diçin
Hêzên Iraqê yên ji artêşa Iraqê û dildarên Şîa pêk tê, ber bi navenda bajarê Selahaddînê ve bi pêş ve diçin. -
Ji Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî daxuyaniya ji bo hilbijartinê
THY’ê ya der barê hilbijartinan de daxuyaniyek da, got: “Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî der barê hilbijartinan serî de bi CHP û HDP’ê re bi ti aliyan re li ser fikara temsîliyeta parlametoyê de muzarekereya wê ne mijara gotinê ye.” -
Koç: Penaberên siyasî dikarin dengên xwe bikar bînin
Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç, diyar kir ku penaberên siyasî yên li Elmanyayê dijîn di hilbijartinan de dikarin dengên xwe bikar bînin. -
Taştekîn: Diviyabû dewletê spasiyên xwe pêşkêşî YPG'ê bikira
Rojnamevan Fehîm Taştekîn destnîşan kir ku hikûmet bi refleksên klasîk ên dewletê tevgeriya ye, polîtîkayeke durist nemeşandiye û anî ziman, ku li şûna vê divê Rojava nas bike û spasiyên xwe pêşkêşî YPG'ê bike. -
Yaşar Kemal ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Nivîskar Yaşar Kemal ê ku roja borî li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat, dost, xizim û xwendevanên xwe ve hate oxirkirin. -
Ji ÎGÎF'ê ji bo hilbijartinê û wezîfeyên şoreşgerî panel
Li ser navê ÎGÎF'ê Huseyîn Yeter ê di panelên bi mijara "Hilbijartin û Wezîfeyên me yên Şoreşgerî" de axivî û destnîşan kir ku PKK li Rojhilata Navîn hêzeke gelekî girîng e.