Polîs li Amedê li dû provokasyonê ye

Li Amedê polîs, bi komên ji 100 kesî ji sê baskan ve meşeke provokatîf lidar xistin.

Li Amedê polîs, bi komên ji 100 kesî ji sê baskan ve meşeke provokatîf lidar xistin.

Piştî çalakiya protestoyî ya bi deh hezaran kes beşdar bûn, polîsên Tirk li Meydana Stasbyonê hewl dan provokasyonê derxînin. Polîsan bi komên ji 100 kesî re li kolanên Lezgîn Avci û Emekê bi TOMA'yan meşiyan. Hat ragihandin ku polîsan di vê meşa xwe ya provokatîf de, gotinên nebaş li mirovên li derdorê kirine. 

Li aliyê din li kolanên Emek û Goçmenlerê, pevçûna di navbera ciwanan û polîsan de, dewam dike.