Ji Serkonsolosiya Zurichê daxuyaniya li ser hilbijartinan
Serkonsolosiya Zurichê, da xuyakirin ku di navbera 8-31'ê Gulana 2014'an de wê li sindoqên li avahiya Serkonsolosiya Zurichê werin danîn re, deng karibin bên bikaranîn.
Serkonsolosiya Zurichê, da xuyakirin ku di navbera 8-31'ê Gulana 2014'an de wê li sindoqên li avahiya Serkonsolosiya Zurichê werin danîn re, deng karibin bên bikaranîn.
Serkonsolosiya Zurcihê, der barê hilbijartinên giştî yên parlamenteriya serdema 25. de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di navbera 8-31'ê Gulana 2014'an de wê li sindoqên li avahiya Serkonsolosiya Zurichê werin danîn re, deng karibin bên bikaranîn.
Rayedarên konsolosê dan zanîn ku di hilbijartinên giştî mîna hilbijartinên Serokkomariyê wê pêkanîna randevûyê nebe û anîn ziman ku hilbijêrên li herêma Zurichê wê di navbera 8-31'ê Gulana 2015'an (nav û dawiya hefteyê) saet di navbera 10:00-19:00 de li sindoqên li avahiya Serkonsolosiya Zurichê karibin dengê xwe bikar bînin.
QEYDA HILBIJÊRAN ŞERT E
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo li derveyî welat karibe deng were bikaranîn, şert e ku di Lîsteya Hilbijêran a Derveyî Welat de hilbijêr qeydkirî be û hat gotin ku ev yek jî dikare di malpera înternetê ya Desteya Hilbijartinê ya Bilind di beşa "Yurtdışı Seçmen Sorgulama" were kontrolkirin.
Rayedaran diyar kirin ku yên qeyda xwe di lîsteyê de nîne yan jî agahiyên şaş li nûnertiyê hene, divê navnîşana xwe ji Serkonsolosiyê re ragihînin û vê yekê bi şexsî bike.
Rayedarên Konsolosiyê dan zanîn ku yên kêmasiya agahiyên wan di Lîsteya Hilbijêrên li Derveyî Welat de hene, dikarin heta 27'ê Adarê roja Înê saet 17:00 îtirazê bikin.