Navenda Gelê Kurd a Demokratîk a Gavle, ji bo Kurdistaniyan teşwîqî bikaranîna dengan di hilbijartinên giştî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bike û destekê bide HDP'ê, komîsyoneke hilbijartinê ya ji 6 kesî ava kir.
Komîsyona hilbijartinê ya li hev kom bû, wê di destpêkê de lêkolîn bike ka Kurdistaniyên li bajarê Gavle û derdora wê dijîn di Lîsteya Hilbijêrên li derveyî welat de hene yan na. Ji bo qeydkirina yên ne qeyidkirî, wê agahiyên nasnameyên wan ji Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Stockholmê re were şandin.
Ji bo yên nasnameya wan nîne karibin deng bikar bîne, wê ji welatiyan re bibe alîkar ku nasnameya nû derxînin. Ji bo formalîteyên pêwîst ên bikaranîna dengan bicih bîne, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gavle wê heta 14'ê Adarê di navbera saet 16:00-20:00 de vekirî be.
Komîsyona Hilbijartinê her wiha wê biçe serdana malan û der barê dengdana di 31'ê Gulanê de li Swêdê bê kirin û xizmetên li komeleyê werin dayîn de agahiyan bide Kurdistaniyan.