Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê Serokê Partiya Çep a Elman Gregor Gysî yê Navenda Civaka Demokratîk ziyaret kir got, “Abdullah Ocalan semboleke, ne tenê Kurd gelek alî dixwazin serbest bê berdan, em jî vê daxwazê dikin.”
Serokê Parlamentoyê yê Partiya Çep a Elmanya Grefor Gysî ji ber hilbijartinên parlamentoya eyaletê yên 15’ê Sibatê ku Hambûrg ziyaret kir, bi namzeta parlamenteriyê ya ji Partiya Çep Cansû Ozdemîr re tevlî civîna gel a li Navenda Civaka Demokratîk bû.
Gysî, piştî der barê Navenda Civaka Demokratîk de agahî wergirtin, diyar kir ku ji ber wek prensîb li hember îxracata çekan disekinin, lewma bi germî nêzî alîkarîdayîna çekan nabin. Gysî diyar kir ku hikûmeta Elmanya dixwaze çekan tenê bide pêşmergeyan û ji be PKK di ‘lîsteya terorê’ de ye çekdayîna PKK’ê qedexe kiriye. Gysî got ku ev helwesteke şaş e.
Gysî xwest PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û axaftina xwe wiha domand, “Hikûmetê, DAIŞ kir lîsteya terorê. Lê PKK ji lîsteyê dernexist. Tenê hêza li hember DAIŞ’ê şerdike Kurd in. Alîkarîdayîna Êzidiyan, Xiristiyanan û mirov din tenê bi rêya Kurdan çêdibe. Hikûmeta Iraqê alîkariyê nade Kurdan, ji ber ew muxtacî alîkariya Kurdan in.”
‘OCALAN LÎDEREKÎ GEL E’
Gysî got ku divê mirov Ocalan wek lîderekî gel bê dîtin û wiha axivî: “Divê lîderê gelekî azad be. Azadiya Ocalan ne tenê daxwaza Kurdan e. Abdullah Ocalan semboleke, em jî vê daxwazê dikin."
Gysî ragihandin ku ji bo qedexeya li hember PKK’ê rabe ya ji destê wan bê wê bikin.
‘EZ GIRÎNGIYÊ DIDIM NAMZETIYA OZDEMÎR’
Gysî têkildarî namzetiya Cansû Ozdemîr jî got ku di Parlamentoya Elmanyayê de hebûna namzeteke Kurd girîng e.