Kanar: Paketa Darazê ya 10'emîn neçareseriyê mezin dike!

Hiqûqnas Ercan Kanar anî ziman ku Paketa Darazê ya 10'emîn a ji Meclîsê derbas bû neçareserî mezin kiriye û got, "Nêta AKP'ê aştî nîne; ji bo karibe desthilatdariya xwe dewam bike dixwaze polîtîkayên zextê yên klasîk dewam bike."

ERCAN KANAR

Paketa Darazê ya 10'emîn ku ji aliyê AKP'ê ve weke 'Reforma di dadgeriyê' de hate pêşkêşkirin, li Civata Giştî ya Meclîsê li gel nerazîbûnan jî hate qebûlkirin.

Ji 30 xalên di nava paketê de 8 jê hatin derxistin. Hiqûqnas Ercan Kanar mijar ji ANF'ê re nirxand û anî ziman ku bi vê paketê re wê kesek nemîne ku neketibe girtîgehê.

Kanar diyar kir ku pênasekirina paketê bi rengê reformê rast nîne û destnîşan kir ku ev paket wê cezayan hîn zêde bike. Kanar mînakên vê yekê da û beriya vê pêşnûmeyê mirovên ku kêmî 5 salan ceza li wan dihate birîn nedihatin girtin, lê êdî kesên ku 2 sal jî ceza li wan hatibe birîn wê 5 rojan li girtîgehê bêne ragirtin.

'BERDANA GIRTIYÊN NEXWEŞ JÎ ZEHMET DIBE'

Kanar destnîşan kir ku paketê tevkariyeke biçûk jî li girtî û hikumxwarên siyasî nekiriye, berevajî vê yekê berdana girtiyên nexweş hîn zehmet kiriye. Kanar bi bîr xist ku ji bo berdana girtiyên nexweş divê rapor ji Saziya Tipa Edlî bê wergirtin û destnîşan kir ku ev yek jî gelekî zehmet e.

Ercan Kanar bi bîr xist ku Saziya Tipa Edlî saziyeke ku bi temamî di bin kontrola rêveberiyê de ye, lewma wergirtina raporeke erênî ji bo girtiyên nexweş ên siyasî zehmet e.

'PAKET XIZMETÊ JI AŞTIYÊ RE NAKE'

Kanar destnîşan kir ku Paketa Darazê ya 10'emîn li hemberî muxalîfan paketeke zextê ye û got, "Bi taybetî di demeke bi vî rengî de ku li ser meseleya Kurd pêvajoyek tê meşandin, ev paket bi ti awayî eleqeya xwe bi çareseriyê re nîne. Berevajî vê yekê paketeke ku neçareseriyê mezin dike. Paketeke welê nîne ku xizmetê ji aştiyê re bike. Lewma nepêkan e ku ji desthilatdariya heyî gaveke cidî ya çareseriyê û ber bi aştiyê ve bê hêvîkirin.

Mînak, PKK îro çekê dîne jî operasyon dewam dikin. Li Wanê 6 sal in bi ti awayî destûr nayê dayin ku daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayin. Hejmara girtî û hikumxwarên li girtîgehan 410 hezar kes derbas kiriye. Halbûkî dema AKP bûbû desthilatdar nifûsa li girtîgehan 49 hezar kes bû. Paketa Darazê ya 10'emîn a ji meclîsê derbas bû, bi temamî mehkûm û girtiyên edlî vedihewîne, ji bo kêmkirina nifûsa li girtîgehan e û ji bo xapandina gel jê re 'paketa reformê' dibêjin. Halbûkî lêgerîneke biçûk a ji bo mafên demokratîk jî ceza dike. Ev tê wê wateyê ku ji mirovên li maf bigere kes wê nemîne ku neyê girtin."

'DESTHILATDARÎ JI TESTA SAMÎMIYETÊ DERBAS NEBÛ'

Ercan Kanar ragihand ku vê paketê nîşan da ku desthilatdarî ji testa samîmiyetê derbas nebûye û got, "Paket bi mejiyê zindanê hate amadekirin. Hejmara girtîgehan 395 e, niha derdora 75 girtîgehên nû têne çêkirin. Kesên ku ji ber çalakiyeke biçûk jî ceza li wan hatibe birîn wê bêne girtin. Ev yek jî nîşan dide ku desthilatdarî di çareseriyê de samîmî nîne.

Yanî nêta AKP'ê aştî nîne; ji bo karibe desthilatdariya xwe dewam bike dixwaze polîtîkayên zextê yên klasîk dewam bike."