21 baroyên nerazîbûn nîşanî 'Pakêta Ewlekariyê ya Hundirîn' a AKP'ê dan, diyar kirin ku bi pêşnûmeyê re wê mafê jiyanê bê binpêkirin û sûcên dewletê bi qanûnan bê parastin. Baroyan bang li hikûmetê kirin, ku pêşnûmeyê vekişîne.
Baroyên Semsûr, Agirî, Enqere, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Amed, Erzîngan, Erzîrom, Dîlok, Colemêrg, Îdir, Qers-Erdexan, Kîlîs, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha, Dêrsim û Wanê, der barê 'Pakêta Ewlekariyê ya Hundirîn' de daxuyaniyeke hevpar weşandin.
'WÊ LI MAFÊN BINGEHÎN CEZAYÊN GIRAN BÊN BIRÎN'
Di daxuyaniya hevpar de hat ragrihandin ku eger pêşnûmeya mijara gotinê bibe qanûn wê ji aliyê civakî ve rê li ber zerarên mezin veke û hat gotin, "Ev pêşnûme wê bandorê li meşandina xebatên siyasî, bikaranîna mafê meş, civîn û xwepêşandanan ên mafekî jêneveger ê civakeke demokratîk in, pîrozbahiyan, mafê protesto û tevahiya jiyanê bike. Eger ev pêşnûme bibe qanûn, wê bi cezayên giran gef li mafên demokratîk ên bingehîn bê xwarin."
'GEF LI MAFÊ JIYANÊ Û AZADIYAN TÊ XWARIN'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku bi vê pêşnûmeyê re, mafê jiyanê jî di nav de gef li maf û azadiyan tê xwarin û hat ragihandin, ku bêyî biryara dadger û dozger erka lêgerînê ya polîs wê were zêdekirin, bêyî fermana dozger wê mafê binçavkirin û girtinê bide polîsan û bêyî kontrola dadgeriyê wê erka guhdarîkirina li telefonan ji polîs re were dayîn.
Baroyan dan xuyakirin, ku polîs wê biryarê bide ka meş, civîn an jî xwepêşandanek rewa ye yan na û li gorî vê yekê wê bibe xwedî mafê destwerdanê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di civîn, meş û xwepêşandanan de, pêşî li bikaranîna axa boyaxkirî ya bandoreke neyînî li tenduristiya mirovan dike tê vekirin, eger li hemberî bikaranîna gaz û ava boyaxkirî mirovek kêm be jî rûyê xwe bigire, wê bi awayekî herî giran were cezakirin. Bi vê pêşnûmeyê re gefeke mezin li mafê şexsî û civatî tê xwarin, asta ceza tê zêdekirin û derfetê taloqkirina ceza ji holê tê rakirin.
'SÛCÊN DEWLETÊ WÊ BI QANÛNAN BÊN EWLEKIRIN'
Bi vê qanûnê re wê biryarên Waliyan xwedî wesfa biryarên dadgeriyê bin, yên li gorî van biryaran tevnegerin wê werin cezakirin, di bûyerên civakî de eger Şaredarî wesayîtên xwe nexin bin xizmeta Walîtiyê wê wesayîtên wan ji aliyê polîsan ve bên desteserkirin. Li gel van hemûyan, bi erka bikaranîna çekê ya bêsînor a ji polîsan re hatiye dayîn, mafê jiyanê yê mirovan di bin tehdîtê de ye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêşnûmeyê re sûcên hêzên ewlekariyê yên dewletê bi qanûnan tên parastin, mafê jiyanê jî bi awayekî bêperwa dikare bê binpêkirin.
BANGA LI HIKÛMETÊ
Baroyan diyar kirin ku ewlekariya cemaweriyê bi tedbîrên polîsî pêk nayê, bisînorkirina azadî û mafên bingehîn bi nêzîkatiyên ewlekariyê re, wê di têkiliya navbera dewlet û civakê de rê li ber bêbaweriyeke mezin veke û gotin, "Em bang li partiya li desthilatdariyê dikin, ku guh bide dijderketinên partiyên li mûxalefetê û rêxistinên civakî yên sivîl û vê pêşnûmeyê tavilê ji meclîsê vekişîne."