Gava sereke ya demokratîkbûna Sûriyê bi dawîbûna dagirkeriyê ye
Eger dewleta Tirk dixwaze bi Kurdan re aştiyê bike û ew xwişk û biratiya hezar salan ku ew qala wê dikin berdewam bike divê dagirkeriya xwe ya li Rojavayê Kurdistanê bi dawî bike.
Eger dewleta Tirk dixwaze bi Kurdan re aştiyê bike û ew xwişk û biratiya hezar salan ku ew qala wê dikin berdewam bike divê dagirkeriya xwe ya li Rojavayê Kurdistanê bi dawî bike.
Armanca bingehîn a dewleta Tirk li Sûriyê dijminahiya li Kurdan e. Ji ber vê yekê gelek bajarên Sûriyê hatin dagirkirin û hê jî ev dagirkerî didome.
Dema em li bûyerên van deh salên dawiyê ên li Sûriyê û siyaseta dewleta Tirk a derbarê vê de dinêrin ev yek baştir tê dîtin. Bi destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyê re dewleta Tirk bi rêya komên çete kete nava tevgerê. Gelek kom ava kir, bi rêxistin kir û berê wan da ser Kurdan.
Êrîşa yekemîn a komên çete yên girêdayî dewleta Tirk, di sala 2012’yan de li Efrînê li dijî gundê Kurdên Êzidî Qestel Cindo pêk hat. Piştî wê êdî êrîşên çeteyan hemû Rojava dan ber xwe û pêl pêl belav bûn. Ango di demeke kurt de eşkere bû ku armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ne xistina rejimê û demokratîkbûna Sûriyê bû. Armanca wan ya ewil pêşî girtina li statuyeke Kurdan û têkbirina destketiyên wan bûn.
Dewleta Tirk ji sala 2012’yan heta bihara 2018’an bi destê komên çete yên mîna El Qaîde, El Nusra, DAÎŞ û gelek komên din li dijî Rojavayê Kurdisanê şerekî bê eman meşandin. Êrîşên hovane pêk anîn, komkujî kirin, cihên dîrokî hilweşandin, xweza talankirin, mirov revandin û rê li ber koçberiyê vekirin. Lê tevî van hemû êrîşên dijwar jî Kurdan li ber xwe dan û ew bi ser neketin. 20’ê Çileya 2018’an jî dewleta Tirk bi xwe êrîşî Efrînê kir û di 18’ê Adarê de jî dagir kir. Êrîşên xwe piştî salekê 9’ê Cotmeha 2019’an li dijî Serêkaniyê dewam kirin û dagirkirin.
Niha Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs, Bab, Ezaz di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne. Ev dagirkerî jî qaşo di bin navê parastina yekparebûna erdê Sûriyê de hate kirin û hemû dinyayê jî çavê xwe li vê derewê girtin. Di nava van salên dagirkeriyê de tevî hemû cureyên hovîtiyê, siyaseta Tirkkirinê û guhertina demografîk li van herêman bi lez xistin meriyetê.
Erê, armanca sereke ya van êrîş û dagirkeriyê dijminitaya li dijî gelê Kurd bû. Weke ku dewleta Tirk îdîa dike, ti êrîşek ji aliyê Rojava li ser wan pêk nehatibû û ti hewldaneke ku gefê li ewlekariya wan bixwe jî nehatibû kirin. Berovajî vê yekê, Kurdan hewl didan di nava şerê navxweyî yê li Sûriyê de xwe bibarêzin da ku neyên qirkirin û derbeder nebin.
Sûriye niha di nava pêvajoyeke nû de ye. Her çendî siyaseta dewleta Tirk a li Sûriyê têk çûbe jî, lê hê jî dixwaze temenê dagirkeriya xwe dirêj bike û di avakirina Sûriyeya nû de li gorî berjewendiyan xwedî par û rol be. Lê şert û merc guherîne, rewşeke nû li herêmê û Sûriyê derketiye holê. Ango planên dewleta Tirk yên li ser Rojava jî û hemû Sûriyê jî pêk nehatin û ji îro şûnde jî pêk nayên.
Niha rêyek tenê li pêşiya Tirkiyê maye. Divê dagirkeriya xwe ya li Sûriyê bi dawî bike û tevkariyê li demokratîkbûn û ji nûve avakirina Sûriyê bike. Dagirkerî û parastina yekparebûna xaka Sûriyê bi hevre nabe. Bi dagirkeriyê yekbûna xaka welatekî nayê parastin. Eger dewleta Tirk dixwaze bi Kurdan re aştiyê bike û ew xwişk û biratiya hezar salan ku ew qala wê dikin berdewam bike divê dagirkeriya xwe ya li Rojavayê Kurdistanê bi dawî bike. Dîsa eger dixwaze li Rojhilata Navîn bibe hêza pêşeng û nûbûnê divê tevkariyê li demokratîkbûna Sûriyê bike.
Ji lewra êdî siyaset Osmaniya Nû, faşîzm, nijadperestiya Tirk hukmê xwe winda kiriye û êdî ti feydê jî nade gelên Tirkiyê. Pêvajoya ku bi Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo hatiye destpêkirin ji bo Tirkiyê derfetekî mezin dide ku li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji gavên demokratîk re bike û di çareseriya qeyranan de bibe xwedî rol. Divê pêşî di nava xwe de destpê bike û pêre jî li herêmê êdî siyaseteke aştiyane bimeşîne.