Kurkçu: Em amade ne bi Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî bikevin hilbijartinê

Parlamenterê HDP'ê û Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku ew amade ne bi Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî bikevin hilbijartinan û li benda bersiva wan in. Kurkçu destnîşan kir ku ji nav û vîtrînê wêdetir, bikaranîna momentûmê girîng e.

Li dû serketina Koalîsyona Çep a Radîkal SYRIZA di hilbijartinên li Yewnanîstanê de, bala her kesî çû ser nîqaşên li ser hevkariya hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê. Parlamenterê HDP'ê û Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku ew amade ne bi Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî bikevin hilbijartinan û li benda bersiva wan in. Kurkçu destnîşan kir ku ji nav û vîtrînê wêdetir, bikaranîna momentûmê girîng e. Kurkçu ragihand ku ji bo hevkariyê şert û merc guncaw in û destnîşan kir ku yên naxwazin Tayyîp Erdogan bi tena serê xwe bide desthialtdar û hêza destûrî bi dest bixin, xwedî berpirsyariyeke girîng in.

Li gel bandora serketina SYRIZA ya li Yewnanîstanê, pirsa 'gelo hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê wê bi hev re bikevin hilbijartinê yan na' ket rojevê. Parlamenterê HDP'ê û Hevberkevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu da zanîn ku ew amade ne bi Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî re hevkariyê bikin, ji bo vê yekê pêşniyar kirine û got, "Em dixwazin û li benda biryara wan in."

Kurkçu ragihand ku di rewşa heyî de ne hêsane k HPD bi etîketa partiyeke din bikeve hilbijartinan û destnîşan kir, ku nav an jî vîtrîn detayeke teknîkî ye, ya esasî tevlîbûna li hilbijartinan bi hevkarî ye. Kurkçu bibîr xist ku ew ti zext û ferzkirinê nakin ku Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî tevlî HDP'ê bibe û anî ziman ku ew tenê pêşniyar dikin ku xebatên hilbijartinê bi hev re bimeşînin. Kurkçu bibîr xist ku di nava HDP'ê de gelek dînamîkên cuda hene diyar kir, ku ev rewş ji temamiya hêzê mûxalefeta civakî û demokratîk a Tirkiyeyê pêk nayê. Kurkçu got, "Dema em behsa hevkariyê dikin, ji peymanên navbera komên siyasî wêdetir em piştevaniya navbera beşên civakî esas digirin. Eger ev bibe, ji xwe ev yek wê îfadeyeke xwe ya siyasî peyda bike. Lewma heta kêliya dawî jî em ê di mijara hevkariyê de derî, pace, mejî, nêrîn û çavên xwe vekirî bihêlin.

'JI DEST BERNEDANA MOMENTÛMÊ'

Kurkçu da zanîn ku li pêşiya vê hevkariyê ew ti astengiyê nabînin û destnîşan kir, ku di vir de ya girîng ew e her kes pêvajoyê baş fêm bikin û bi hevkarî tevbigerin. Kurkçu da zanîn ku weke HDP gumana wan a li ser derbaskirina bendê nîne û got, "Em têkevin parlamentê yan jî nekevinê, ji dest revandina vê momentûmê wê were wateya li derve mayîna siyasetê." Kurkçu di dewama axaftina xwe de got, "Parlamento nayê wateya her tiştî. Lê belê cihgirtina li parlamentê wê were wateya astengkirina bicihanîna fanteiyên dîktatoryal ên Tayyîp Erdogan. Lewma yên naxwazin Tayyîp Erdogan bi tena serê xwe bide desthialtdar û hêza destûrî bi dest bixin, xwedî berpirsyariyeke girîng in."

Kurkçu diyar kir ku HDP wê bi zêdeyî 60 parlamenteran bikeve parlamentê û ragihand ku zêdebûna dengên HDP'ê bi rêjeya ji sedî 0,3 wê were wateya stendina 30 parlamenterî ji Tayyîp Erdogan, zêdebûna ji sedî 5 ê rêjeya dengê partiyên din wê li pêşberî hêza Erdogan neyê ti wateyê. Kurkçu got, "Ji ber vê yekê, eger arîtmetîka hilbijartinê, siyaset û gotina hilbijartinê li ber çavan were girtin, ji bo hevkariyê şert û merc niha guncaw in." Kurkçu da zanîn ku danûstandinên wan ên di vî warî de dewam dike.

Kurkçu îdîayên ku dibêjin 'CHP dibe ku bi Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî re bikeve hilbijartinê' nirxand û diyar kir ku ew di nava CHP'ê de potansiyeleke bi vî rengî nabînin. Kurkçu diyar kir ku CHP mîna hilbilbijartinên beriya niha wê bi rastgir, neteweperest û cemaetê re hewl bide bikeve hilbijartinê.