ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Hiqûqnas Ercan Kanar anî ziman ku Paketa Darazê ya 10'emîn a ji Meclîsê derbas bû bêçareserî zêde kiriye û got, "Nêta AKP'ê aştî nîne; ji bo karibe desthilatdariya xwe dewam bike dixwaze polîtîkayên zextê yên klasîk dewam bike."

Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez bal kişand ser talankirina xwezayê ya herêma Botanê ku ji sala 2018'an û vir ve dewam dike û ev pêvajo weke qirkirina ekolojiyê pênase kir.

Tîjda Zagros 29'ê Nîsana 2025'an li qada Girê Bahar a Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşa dewleta Tirk de tevlî karwanê nemiran bû. Çîroka vê şervana esîl êdî çîroka Kurdistanê ye.

Pîrozbahiyên Cejna Qurbanê û serdanên goristanan wê werin şopandin.