Yuksekdag: Ez zaroka kolanê ya siyasetê me

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku motîvasyona di têkoşîna şoreşger de romantîzma şoreşger e û got: “Ji bo min HDP cihê ku têkiliyên rast ên di jiyana reel, xeyal û daxwazê de hatine gel hev e.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, diyar kir ku motîvasyona di têkoşîna şoreşger de romantîzma şoreşger e û got: “Ji bo min HDP cihê ku têkiliyên rast ên di jiyana reel, xeyal û daxwazê de hatine gel hev e.”

Em li Gultepe li mala kalê min diman. Xaniyekî wek qutî bû. Nîvê salên 1990’î bû.  Min nû şoreşger nas dikirin, têgehên şoreş û sosyalîzmê yekem car dibihist.  Min li zanîngehê dixwend. Ez di xebatên ciwanan de bûm.

Malbata min nedikarî alîkarî bide min, em xizan bûn. Zivistanê serma zehmet bû. Ji bo em xwe germ bikin bavê min teybek ji me re kirî, me li ber govend digerand û me xwe germ dikir. Ev hemû rast in.

Ez li ser dîwanê, ew li erdê radizam. Dema ez bi şev şiyar dibûm, wî pirtûk dixwend.  Nexweş bû. Min jêre şorbe çêkiribû.  Bi kêfxweşiyek mezin vexwar. Piştre çû qadên cuda yên xebatê.

Îro jî em li rêya Edîrneyê ne. Fîgen Yuksekdag wê îro tevlî kongreya HDP’a Edîrneyê bibe. Destpêkê bû Seroka Giştî ya ESP’ê. Piştre jî bû Hevseroka Giştî ya HDP’ê. Dema ev hatin jiyîn, ez jî serbilind bûm.

Me pêşniyara roportajê bir jêre. Bernamaya wê tijî bû.  Me jî got ku em di rê de bikin. 

JI BO MIN A GIRÎNG AZADÎ BÛ

Yuksekdag ji Edeneyê û Tirk e. Yuksekdag diyar dike ku di sala 1992’an de Şoreşger nas kirine û ev 22 sal e di xebatên siyasî de ye. Yuksekdag wan rojan wiha vedibêje: “Salên 90’î zehmet bûn. Ji bo hemû civaka Tirkiyeyê salên zehmet û dijwar bûn. Nifşê wê demê tevlî têkoşînê bû îro navendên siyasetê ava dikin. Ev jî parçeyekê wî nifşî me.

Ji bo min û nifşê wê demê, ya herî girîng lêgerîna azadiyê bû. Nifşê herî zêde rastî zextên pêvajoya salên 80’ê hat em bûn. Şerê qirêj ê salên 90’î û pêvajoya OHAL’ê zextên giran li ser me çêdikir. Wan rojan ji bo min a girîng azadî bû.

Ez li Edeneyê dijiyam.  Azadî pir bi nirx bû. Hewcedariyek jiyanê bû. Civaka Edeneyê ligel renginiya xwe di heman demê de di bin zextên serdestiya mêr de bû.  Min dixwest zindîbûna civakê, rengîniya wê bi têkiliyek xwe ya din re bînim cem hev. Şertên jiyanê ji min re teng dihat.”

Malbata Yuksekdag ne malbatek polîtîk bû. Tenê birayê wê yê li zanîngehê di nava siyaseta şoreşger de bû.  Lê ji rewşa birayê xwe zêde ne agahdar e. Ji ber vê yekê siyasîbûna xwe wiha vedibêje: “Şert û mercên polîtîk ên wê pêvajoyê anî û ya serbixwe min pêş xist, tercîh û lêgerînek bû.

PIRTÛK, FÎGENA BIÇÛK Û MIŞK…

Yuksekdag di berdewamiya axaftina xwe de got: “Malbata min malbetek gundî ronakbîr bû. Çawa min xwendin û nivîsandin hîn kir, min pirtûk dixwendin. Li her derê mala me pirtûk hebûn. Odeyeke ji bilî pirtûkan wekê din tiştek tine bifikirin. Û Fîgen.

Keçek biçûk. Dikeve odeyê û pirtûk û mişkran re. Piştî bavê min, ez û mişkan bi pirtûkan re eleqeder bûn.

Xaniyê kalê min gelek kevn bû. Têkoşîna me ya li dijî mişkan encam neda. Em bi hev re jiyan.”

Yuksekdag di nava 22 salan de ji rêxistina ciwanan bigire heta xebatên girseyî yê gelê Kedkar, ji girtîgehê bigire heta serokatiya giştî di gelek cihên siyaseta sosyalîst de cih girt.”

DI JIYANA MIN DE TI TIŞT WISA HÊSAN NEBÛ

Bi Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê re di jiyana we de çi guherî?

“Guherîna herî mezin, kûrbûna min gihişt lûtkeyan. Dema min a vala û rehet êdî tine. Di carekê de gelek tişt tê kirin, gelek tişt tên fikirîn. Divê min hêza rêveber a di pêvajoya siyasiya ya tevlîhev de daniye holê. Ji ber ku HDP zemîneke siyasî ya tevlîhev e. Ez ji partiya Sosyalîst, ji hevserokatiya giştî ya ESP’ê hatim.  Karê min ê berê zelaltir bû. Karên tevlîhev hişê mirovan her tim pêş dixîne. Ez wisa difikirim ku HDP’ê ez pêş xistime. Ez heta îro her tim reviyam karên zehmet. Di jiyana min de ti tişt ne hêsan bû. HDP jî tercîha min a dawî a zehmet bû. Tişta ku ez kişandim vê rê; başî bû.  Îdeala min ev bû ku  ez xwe bigihînim hemû başiya mirovahiyê. Romantîzma şoreşger dînamîka min a esas e. Motîvasyona esas hêza min e. Ji bo min HDP cihê ku têkiliyên rast yên di jiyana reel, xeyal û daxwazê de hatine gel hev e.”

EZ LI GORÎ RÎSKAN SÎNORÊ XWE XÊZ NAKIM

Di nava civakê de kesek naskirî, bandora wê ya li jiyanê çi ye? Mînak dikare wesayîtên veguhestina komî bikar bîne? Bi çi re rû bi rû tê?

Bersiva Yuksekdag balkêş e: “Bêguman di nava civakê de naskirin zehmet e. Lê bi ez bi înad li otobusê siwar dibim.  Yên ji me hez dikin, pir hez dikin, yên hez nakin jî nefret dikin. Lê hinek din nerm bûye. Yên HDP’ê qebûl nakin êdî pirsan dipirsin, fêm dikin? Zor be jî ez dîsa li otobusê û vapurê siwar dibim. Fikarên min çê dibin, lê divê em vê rîskê bidin ber çavên xwe.”

Yuksekdag di jiyana xwe ya siyasî ya 22 salan de rojnamegerî jî kir. Di Kovara Ciwanên Azad û rojnameya Atilimê de xebitî, li ser polîtîkayê nivîs nivîsî û lêkolîn kir.

LÊ ÇAPEMENÎ!

Yuksekdag ya ku tecrûbeya wê rojnamegeriyê heye, çawa fêrî çapemeniyê bû?

Bersiva Yuksekdag: Ez ji qada siyaseta şoreşger hatim.  Yanî ez zaroka kolanê me. Dema ez bûm Hevseroka HDP’ê matmayî man. Heta demekê wekê ku nedîtine tevgeriyan.  Dema ez didîtim, wekê ku ez ditîbûm nîşan dan. Çapemenî hêza ku çavderiya civakê vala bike kalib e. Bi hevkariya hêzekê operasyonan pêk tînin. Me jî dikin hedefa van operasyonan.  Nûçe ji berevajîbûnê xwedî dibe. Exlaqê çapemeniyê çi ye, exlaqê mirovahiyê çi ye? Hemû tevlîhev bûye.

PARLAMENTO JI BO MIN MECBURIYET E

Korîdorên meclîsê hene.  Di her gavê de ruhê mirovan dike kole. Zarokek kolanê gelo li wir wê çi bike?

“Em neçarin li wir bin.  Divê em peywireke temsîliyetê bimeşînin.  Ji bo min parlamento mecburiyet e. Bi rastî jî hewaya wê mirovan tengezar dike.  Bi awayekî din jî nabe ji xwe.

Girseya sereke ya HPD’ê gelê Kurd ava dike. Yuksekdag Kurdî nizane. Ev pirsgirêkê ava dike gelo?

Na qet ne pirsgirêk e. Em nîşaneya serketinê dikim û em li hev dikin. Min çend hevok hîn kirin. Tiştên tên axaftin jî piranî fêm dikim. Bi taybet jî tiştên jin dibêjin fêm dikim. Jidil diaxivin.

HIKÛMET HEWL DIDE DEMÊ QEZENC BIKE

Mijara dawî ya sohbeta me; pêvajoya çareseriyê ye?

Hikûmet hewl dide demê qezenc bike. Ez wisa hîs dikim ku wê taloqî piştî hilbijartinên 2015’an bikin. Dikare du tişt bibe; an wê beriya 15’ê Sibatê gavê biavêje an jî wê taloqî piştî hilbijartinan bike.  Ez ne di nava bendewariyekê de me. 

Ev bi gel re çi ava dike?

Bertekek mezin. Serî hildidin. Ev carinan jî diteqe. Wek pêvajoya 6-8’ê Cotmehê.  Ev di aliyekî xwedîderketina li Kobanê bû. Li aliyê din jî berteka li dijî hikûmetê bû.