Li Belçîkayê 45 endamên DAIŞ û El Nûsrayê hatin cezakirin

Di dadgeha li bajarê Belçîka Antwerpenê de, dadger li 45 ji 46 endamên rêxistina bi navê Sharia4Belgium (Ji bo Belçîka Şerîat), ji 3 heta 12 salan cezayê girtîgehê birî. Dadgeha Belçîkayê hikum da ku ev kom 'rêxistina terorê' ye.

Li lîderê Sharia4Belgium welatiyê Belçîkî yê bi eslê xwe ji Fasê Fûad Belkacem, 12 sal cezayê girtîgehê hat birîn. 

Dozgerî texmîn dike ku herî kêm ji sedî 10 ê 350 welatiyên Belçîkayê yên tevlî DAIŞ û El Nûsrayê bûne, ji aliyê vê rêxistinê ve ji Sûriyeyê re hatine şandin.

Bi tenê 9 ji kesên cezayê girtîgehê li wan hat birîn li salona dadgehê bûn. Hat ragihandin ku yên din jî li Sûriye û Rojava, tevlî çeteyên DAIŞ'ê bûne.