Demîrtaş: Mîrateya Ozgecan, rûbirûbûna bi zîhniyetê mêr re ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş nerazîbûn nîşanî qetilkirina jinan da û ji mêran re got, "Feraseta hukmê li jinê dike konforê nade mêr. Berevajî, ev feraset mêr dike kole."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş nerazîbûn nîşanî qetilkirina jinan da û ji mêran re got, "Feraseta hukmê li jinê dike konforê nade mêr. Berevajî, ev feraset mêr dike kole."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş nerazîbûn nîşanî qetilkirina jinan da û ji mêran re got, "Feraseta hukmê li jinê dike konforê nade mêr. Berevajî, ev feraset mêr dike kole." Demîrtaş diyar kir ku pêwîstî bi Wezareteke Jinê ya li derveyî hikûmetê heye û di mijara 'pêvajoya çareseriyê' de destnîşan kir, ku hikûmet 'xweşbîniyeke bê bingeh' diafirîne. Demîrtaş da xuyakirin, ku bi 'Pakêta Ewlekariya Hundirîn' re wê kuştina mirovan zêde bibe û ji her kesî xwest, nerazîbûnê nîşanî vê bide.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîn koma partiya xwe ya heftane de, bûyerên di rojevê de nirxand.
'XWEŞBÎNIYEKE BÊ BINGEH'
Demîrtaş da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê, dixwaze di çarçoveya 'pêvajoya çareseriyê' de 'xweşbîniyeke bê bingeh' bi afirîne û got, "Dema vê dikin, girînge baş li vê tabloyê binêrin... Dewleteke bi îşkenceyê re rû bi rû nabe, wê bi kê re çawa aştiyê pêk bîne? Ez vê yekê ji wijdanê raya giştî re dihêlim."
'RÛBIRÛBÛNA BI MÊRAN RE, MÎRATEYA OZGECAN E'
Demîrtaş qetilkirina Ozgecan Aslan weke 'cînayeta herî hov a Tirkiyeyê dîtiye' nirxand û diyar kir, ku divê zayendê mêr ji xwe fedî bike. Demîrtaş xwest bi wesîleya cînayetê 'em bi mirovahiya xwe yan jî bi mirovahiya xwe ya winda kirine re, ji nû ve rû bi rû bimînin' û got, "Mîrateya herî mezin a Ozgecan ji me re hiştiye, rûbirûbûna bi zîhniyetê mêr e. Dersa ku bi sedan, bi hezaran jinên bi vî rengî hatin qetilkirin nîşanî me da, ev rûbirûbûn pêkane."
BANG LI MÊRAN KIR
Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir:
"Eger em ê bi vê mijarê re rû bi rû bibin, divê em wêrek bin. Wêrekiya herî mezin a mêraniyê, di vê nuqteyê de derdikeve holê. Yên bi vê re rû bi rû nabin, bila kes li qisûrê nenêre, yan jî bila lê binêre, mexlûqê herî tirsonek e. Ev pirsgirêka jinê nîne, pirsgirêka mêr e. Eger em nikaribin bi vê pirsgirêkê re rû bi rû bibin, divê em behsa demokrasî, mafên mirovan nekin. Her tişt di têkiliya jin û mêr de veşartî ye.
Bi taybetî ji hevalên mêr re dibêjim: Feraseta hukmê li jinê dike konforê nade mêr. Berevajî, ev feraset mêr dike kole. Yên ku bi lêdana jinê, bi şîdeta li hemberî jinê, bi tecawizkirina jinê re hewl didin mêrantiya xwe îspat bikin...Bila zanibin ku ev hemû li mêrantiya wan hatiye kirin. Tecawizî mêr hatiye kirin. Tecawizî ziman, çand û keda me hatiye kirin."
Demîrtaş da xuyakirin ku çanda şîdetê ya li hemberî jinê, çavkaniya xwe ji sîstemê digire, hînê ji dibistana destpêkê zarok bi vê çandê tên mezin kirin, di pirtûkên dersan de cihêkarî nîşanî zarokan tê dayîn û xwest, Wezareta Jinê ne weke parçeyek ji hikûmetê, ji hikûmetê serbixwe bê avakirin.
'CÎNAYET WÊ ZÊDE BIBIN; DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Demîrtaş nerazîbûn nîşanî 'Pakêta Ewlekariyê ya Hundirîn' da û diyar kir ku di nava vê pakêta ji 130 xalî de, ewlekariya civakê nîne, ewlekariya Serokwezîr, hikûmetê û ewlekariya Serokkomar heye.
Demîrtaş got, "Serokwezîr bi rojane li televîzyonan digere û hewl dide vê vebêje. Serokwezîrê ecemî. Xwedê li jorê ye dibîne, yê din ev yek bicih dianî. Lê belê dema ev derewan dike rûyê wî sor dibe, çavên xwe dibe û tîne. Yaw zorê nede xwe, derewan neke. Bi rojane hikûmet dibêje ew hewl didin bonzaî û molotofê qedexe bike. Werim em bonzaî û molotofê qedexe bikin. Lê derdê wan ne ev e. Qaşo yên molotofê diavêjin bi hêsanî li derve ji xwe re digerin. Derew e. Hûn li yên molotofê diavêjin 20 sal cezayê girtîgehê dibirin. Ev qanûn erka darizandinê dide hikûmetê, dide Walî... Dema we hikûmet protesto kirin, we serokkomar, we zam protexsto kirin, Walî wê jê nerazî be û di heman kêliyê de we bigire binçavan. Ev qanûn, van bi xwe re tîne.
Em bêjin we li dijî qanûnên zilmê yên dewletê rûyê xwe pêçand, di destê we de ne kevir ne jî molotof heye, lê polîs wê karibe we bikukje. Ev qanûn vê tîne. Serokwezîr bêyî fedî bike, bêyî li ber xwe bikeve bi rojane derewan dike."
Demîrtaş da zanîn ku ew ê li dijî vê qanûnê têkoşîna xwe dewam bikin û got "Yên li derve jê bi fikar in, bila dengê xwe bilind bikin. Piştî ku ev qanûn derket, veger ji vê nîne. Cînayet wê zêde bibin."