Ne êrîşkarê gorê, yên êrîş şermezarkirin ketin ber dozê

Li navçeya Erdexan Golanê, li 20 kesên biryara Walîtiyê ya ji bo xerakirina "Şehîdgeha Şehîd Ahmed Guler" a ji gorên gerîlayên ARGK'ê, bi girtina rê protesto kirin, bi daxwaza 30 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.

Li gundê Senemoglû yê navçeya Erdexan Golanê, "Goristana Şehîd Ahmet Guler" di 11'ê Kanûna 2014'an de ji aliyê Walîtiyê ve hat xerakirin. Koma ku bi armanca şermezarkirina vê xerakirinê bi du mînîbusan ji Erdexanê çû Golanê, li ser rêya Erzîromê hat sekinandin. Polîsan bi îdîaya "mînîbus saxlem nîne" destûr neda ku derbas bibe.

Li ser vê yekê komê rê li çûn û hatinê girt û ber bi navenda bajêr ve meşiya. Paşê çalakiya rûniştinê pêk anî, lê polîsan bi gaza îsotê êrîş kirin. Li dû bûyerê 20 kes bi biryara kontrola edlî serbest hatin berdan, lê belê bi îdîaya 'endametiya rêxistina çekdar, propaganda rêxistina çekdar, zerar dane malên dewletê, li hemberî wezîfedarê dewletê derketine, li dijî qanûna meş, civîn û xwepêşandanê derketin' li 20 kesan, bi daxwaza cezakirina 30 salan doz hat vekiri. Di gilînameyê de ji bo goristanê gotina "Qaşo Şehîdgeh" hat bikaranîn. Rûniştina destpêkê ya dozê duh li Dadgeha Cezayê Giran a Erdexanê hat dîtin.