Di civîna hilbijartinê ya li Hollanda de hat destnîşankirin, ku ji bo bindestan divê HDP bi xurtî cihê xwe li parlamentê bigire û serenavên xebatên di vî warî de werin meşandin, hatin diyarkirin.
Li bajarê Hollanda Amsterdamê, li salona Komeleya HTÎB, li ser hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, HDP'yiyan civînek lidar xistin.
Civîna zêdeyî 70 kes lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Ozgecan Aslan a li Mersînê bi hovane hat qetilkirin, destpê kir.
Di civînê de, girîngiya hilbijartinên 7'ê Hezîranê û bikaranîna dengên li derveyî welat hat vegotin û li ser xebatên ji bo bikaranîna dengan nîqaş hatin meşandin.
'JI BO HEMÛ BINDESTAN DIVÊ DESTEK JI HDP'Ê RE BÊ DAYÎN'
Di axaftinan de, hat ragihandin ku ji bo hemû bindestan, ji bo azadî û wekheviyê divê HDP bi xurtî tevlî parlamentê bibe û ji bo vê jî pêwîstî bi alîkariya hilbijêrên li derveyî welat heye.
Ji bo rê û rêbazên bikaranîna dengan li derveyî welat hin biryar hatin stendin û bi rêya hesabên medya civakî yên bi navê HDP Hollanda û HDP Asterdam, wê bersiv ji pirsên hilbijêran re bê dayîn.