Sefîrê Elmanya Şaredariya Amedê ziyaret kir

Sefîrê Enqereyê yê Komara Federal a Elmanyayê Dr. Thomas Kurz, serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli kir.

Sefîrê Enqereyê yê Komara Federal a Elmanyayê Dr. Thomas Kurz, ligel Peyvdarê Siyasî Wenke Dagyap û Şêwirmendê Siyasî Kamûran Kayhan, hate serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi Hevşaredar Firat Anli re hevdîtinek pêk anî.  

Koordînatora Têkiliyên Karên Derve Ebru Okmen, Ercan Akboga, endamên meclisê Serra Bucak Kuçuk û Erkan Erencî di hevdîtinê de amade bûn. 

Di hevdîtinê de mijara Kurdên Êzidî ku ji Şengalê û Kurdên ji Kobanê ji ber êrîşên DAIŞ'ê hatine bajarê Amedê hat axaftin û vegera wan hate gotûbêjkirin. 

Di hevdîtinê de, ji bo Sûrên Amedê li nav Lîsteya Mîrateyên Cîhanî ya UNESCO'yê were bicihkirin, daxwaza piştgiriyê ji heyetê hat kirin.